Komeleya Ehmedê Xanî: Divê dewlet rê li ber neheqiya li ser Kurdî bigire

Hewlêr (Rûdaw) - Komelerya Ehmedê Xanî ya Êlihê derbarê jêbirina nivîsên Kurdî yên trafîkê ragihand, neheqiya li dijî Kurdî li hemû bajarên Kurdan bi awayekî sîstematîk tê kirin.

Li bajarên Wan, Êlih, Amed, Mêrdîn û Cizîrê nivîsên Kurdî yên trafîkê yên “Hêdî” û “Pêşî Peya” ji aliyê berpirsên saziyên dewleta Tirkiyeyê ve hatin jêbirin.

Nerazîbûnên li dijî jêbirina nivîsên Kurdî roj bi roj zêdetir dibin.

Komeleya Ehmedê Xanî ya Êlihê bi serenava “Em êrişa li ser zimanê Kurdî şermezar dikin” daxuyaniyek belav kir.

“Hinek rayedarên dewletê jî tevî vî karî bûne”

Daxuyaniya komeleyê wiha ye:

“Em wekî Komela Ehmedê Xanê şaxê Batmanê (Êlih), di van salên dawî de ji bo zimanê Kurdî hinek tişt ku hatibûn sererastkirin, me ew xebat baş didîtin.

Daxwaziya me ku ev qedexeya li ser zimanê Kurdî bi tevahî rabe, aşitiyeke mayînde, biratiyek di nav gelên welat de bi pêş bikeve, da ku xort û ciwanên me neyên kuştin, dayîkên me hêstiran nerijînin.

Lê mixabin pêşî Li wîlayeta Wanê peyva `PÊŞÎ PEYA` ji aliyê yekî tarî ve bi peyveke nijadperest hat guherandin, em çaverêbûn ku rayaderên dewletê pêşiya vê neheqiyê bigrin lê cardin mixabin vê carê bi sistemeke berfireh li tevahiya bajarên Kurdan hat bikaranîn, ev jî me dixe gumanê ku hinek rayedarên dewletê jî tevî vî karî bûne.

Daxwaziya me ji dewletê ev e ku bizanibin berî ku dewleta Tirk were avakirin bi hezar salan zimanê Kurdî li vî welatî hebû, zimanê Kurdî zimanek dewlemend û bi rêk û pêk e, divê qasek berî qasekî qedexeya li ser zimanê Kurdî bê rakirin.”