PWK: Ji bo pêçandina birîna Kurdên Êzidî pêwîstî bi bernameyeke taybet heye

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PWK Komkujiya Kurdên Êzidî Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ji bo salvegera Komkujiya Şingalê peyamek belav kir û got, “Divê Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê ji bo pêçandina birîna Kurdên Êzidî bernameyeke taybet amade bike.”

DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an êrişî navçeya Şingalê kir ku Kurdên Êzidî lê dijîn kir û di encamê de bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kir, zêdetirî 6 hezar kes jî ku piraniya wan jin û zarok bûn revand.

Kurdên Êzidî 10 sal berî niha ji aliyê DAIŞê ve rastî komkujieke mezin hatin.

Her sal 3ê Tebaxê Kurdên Êzidî ku bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin, bi merasîman tên bibîranîn.

Parlamentoya Kurdistanê di sala 2019an de roja 3ê Tebaxê wekî “Roja Komkujiya Êzidiyan” ragihand.

PWKyê jî bi minasebeta 10emîn salvegera Komkujiya Şigalê peyamek belav kir û ev jî peyama wê ye:

“Birîna jenosîda Şingalê ya xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî birîneke kûr e û ev birîna hemû Kurd û Kurdistanîyan e.

Heta niha jî gelek keç û jinên Kurdên Êzidî di destên DAIŞa hov de ne û çarenivîsa wan ne diyar e.

Heta niha jî piranîya gelê me yê Êzidî ku mecbûr maye Şingalê terk bikin, nekarîn vegerin ser cih û warên xwe.

Divê Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê ji bo pêçandina vê birîna kûr û dijwar ya xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî bernameyeke taybetî amade bikin û bi cih bînin.

Em bangî  Netewên Yekbûyî dikin ku vê komkujî û jenosîda Kurdên Êzidî bi awayî fermî qebûl bike.

Di dehemîn salvegera jenosîd û komkujiya Şingalê ya xwiş û birayên me Kurdên Êzidî de, em rêxistina hov û terorîst DAIŞê û hemû piştgirên wan careke din şermezar û rûreş dikin.

Em di dehemîn salvegera jenosîda Şingalê de, hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bi bîr tînin.

Em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xwiş û birayên me yên Kurdên Êzidî ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst