MÊRDÎN – Bavê xwe ji ber deynan kuşt

2 demjimêr berê
Nîşan Mêrdîn Bav Kur Deyn Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê kurekî bavê xwe ji ber deynan kuşt.

Bûyerê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê rû da.

Kurê ku navê wê hîn eşkere nebûye û bavê wî Îlhamî Vuralê 47 salî ji ber meseleya deynan ketin qirika hev.

Piştî ku nîqaş gur bû, kur bi demançeyê gule berdan bavê xwe.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku bav li cihê bûyerê miriye û termê wî veguhast nexweşxaneyê.

Polîsan jî kurê wî desteser kir û li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst