10 sal berê li Şingalê komkujî çêbû: Birîn nakewin

Hewlêr (Rûdaw) – DAIŞê 10 sal berê wekî îro li Şingalê komkujiyeke mezin kir û hîn jî birînên Kurdan nekewiyane.

Îro di ser komkujiya Kurdên Êzidî re 10 sal derbas dibin ku li Şingalê bi destê DAIŞê zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin kuştin.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin.

Bi hezaran jin û zarok jî dîl girtin û revandin û bi hezaran kes jî koçber bûn.

Herwiha ji ber şer, ji sedê 80yê bajar û gûndên Şingalê wêran bûn.

Bi hezaran Kurdên Êzidî yên ku hewl dida cane xwe ji wê rêxistina hov xilas bikin, xwe spart Çiyayê Şingalê, Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî li kampan dijîn.

DAIŞê li ber çavên hemû cîhanê Kurdên Êzidî qir kirin.

Kesên ku hatin revandin rastî miameleya “xenîmetên şer”, şkenceyeke sîstematîk û tundiya cinsî hatin.

Ev kirinê DAIŞê wekî tawaneneke mezin a mirovahiyê hat tomarkirin.

Piştî êrişa DAIŞê, heta niha li Şingalê û derdora wê bi dehan gorên bikom û çend gorên takekesî yên Kurdên Êzidî hatine dîtin.

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan, ji ber êrîşa DAIŞê, zêdetir ji 325 hezar Kurdên Êzidî ji Şingalê û derdora wê koçberî Herêma Kurdistanê bûn û piraniya wan li Dihokê bi cih bûn, zêdetirî 100 hezar Kurdên Êzidî penaber bûn.

Heta niha 13 welatan û çend rêxistinên navneteweyî Komkujiya DAIŞê bi awayê fermî qebûl kiriye.

Amarên herî nû yên wê komkujiya giran bi vî rengî ne:

- 6 hezar û 417 jin û zarokên Êzidî hatin revandin

- Herî kêm 5 hezar Êzidî hatin kuştin

- 3 hezar û 469 Êzidî hatin windakirin

- Heta niha 50 gorên bikom hatine dîtin

- Heta niha 2 hezar û 948 jin û zarok hatine xelaskirin