AMED - Lêkolîna li ser skeletên bi dawî bû: Encam dê ji neştergeriya ciwankariyê re bibe rêber

03-08-2023
RÛDAW
Lêkolîna li ser skeletên Girê Kortikê bi dawî bû
Lêkolîna li ser skeletên Girê Kortikê bi dawî bû
Nîşan Girê Kortikê Lêkolîn Skelet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Skeletên mirovan ji şûnwarê Girê Kortikê yê li nevçeya Bismîlê ya Ameda Bakurê Kurdistanê hatin derxistin.

Di bin erdê Kurdistanê de dîroka mirovahiyê veşartiye û gelek caran di dema kolanê de şûnewarên wiha derdikevin ku zanyar û zanist matmayî dimînin. 

Li Bismilê sskeletên mirovan ji Girê Kortikê hatine derxistin ku dîroka wan vedigere serdema navîn.

Encamên lêkolîna hevbeş a Zanîngeha Dicleyê ya Amedê û Zanîngeha Rigayê ya Latviayê li ser sskeletên 121 mirovên di serdema navîn de jiyane di Kovara Stradins Translational Research in Anatomy (Stradins Transleyşinil Rîsîrç în Eneomî) a navdewletî de hatin weşandin.

Li ser 121 hestiyên zeniyê lêkolîn hatin

Akademîsyenê Beşa Anatomiyê ya Zanîngeha Dicleyê Prof. Vatan Kavak got:

“Ji bo encamên lêkolînê pêşkêşî zanista cîhanê bikin me xebat dan destpêkirin. Me li ser 121 hestiyên zeniyê lêkolîn kir ku em bi latînî dibêjin 'Mandîbula.' Em li ser hûrgiliyên hestiyê Mandîbula rawestiyan. Me 55 jê jin û 66 jêr mêr bi tevahî li ser 121 hestiyên Mandîbulayê lêkolîn kirin.”

Li gor lêkolînê, ji ber nêçîrvaniyê zeniyên mêrên wê demê bihêz û saxlem in, ji ber ku karên malê kirine zeniyên jinên wê demê narîn in.

“Sûdeke zêde ya lêkolînan dê ji bo pêşxistina zanistê hebe”

Akademîsyen dibêjin dê sûdeke zêde ya lêkolînên li ser skeletan bo pêşxistina zanistê hebe.

Akademîsyenê Beşa Anatomiyê ya Zanîngeha Dicleyê Prof. Vatan Kavak wiha berdewam kir:

“Saxlembûn û bihêzbûna hestiyên zeniya mêrên ku di serdema navîn de li Girê Kortikê jiyane û narînbûna zeniya jinên wê demê dê sûdeke erênî bigihîne neştergeriya estetîkî û argûşkê. Encamên xebata me dê ji bo neştergerên estetîkî, zenî û implantê bibe rêberek.”

Kolana li Girê Kortikê sala 2015an hat destpêkirin û di kolanên arkeolojîk de sê gorên şaristaniyên berê hatine dîtîn ku dîroka wan vedigere beriya 12 hezar salan.

Li gor profesorê zaningeha Dîcleyê Vecihi Ozkaya ev gor, di şaristaniya rojavayê Mezopotamyayê de gorên herî kevn in ku çand û şaristaniya wê demê nîşan didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst