Li Mereşê ambulans wergeriya: 5 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbîstanê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê, ambulansa ku nexweş tê de bû wergeriya û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Ambulansa bi şofêrtiya S.P. ku nexweş vediguhest, li nêzîkî gundê Demirci yê Elbîstanê ji rê derket û wergeriya.

Di bûyerê de şofêr û karmendên tendirustiyê K.G.E û D.B. û nexweşê bi navê E.D. û xizmê nexweş H.B. birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tendirustiyê her 5 birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbîstanê.

Hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.