Li Mêrdînê gundî û karmendên DEDAŞê bi hev ketin: 3 kes hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemrexê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di navbera şêniyên gundekî û karmendên DEDAŞê de alozî derket, herî kêm 3 kes hatin desteserkirin.
Karmendên Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê (DEDAŞ) xwest ji ber deynê elektrîkê yên gundiyan li gundên Kufrek û Şemîkanê yên navçeya Şemrexê elektrîkê qut bikin.
Şêniyên gund bertek nîşanî wan da û piştî bertekê gundî û karmendên DEDAŞê pev çûn.
Hêzên Cendirmeyan yên ku li cihê bûyerê amade bûn û bi çekan mudaxeleyî pevçûnê kir û wan herî kêm 3 kes desteser kirin.
Herwiha ji ber saçmeyên çekên cendirmeyan agir bi zeviyên çandiniyê ket.