Li Mêrdînê gundî û karmendên DEDAŞê bi hev ketin: 3 kes hatin desteserkirin

03-08-2023
RÛDAW
Nîşan Şemrex DEDAŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemrexê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di navbera şêniyên gundekî û karmendên DEDAŞê de alozî derket, herî kêm 3 kes hatin desteserkirin.

Karmendên Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê (DEDAŞ) xwest ji ber deynê elektrîkê yên gundiyan li gundên Kufrek û Şemîkanê yên navçeya Şemrexê elektrîkê qut bikin.

Şêniyên gund bertek nîşanî wan da û piştî bertekê gundî û karmendên DEDAŞê pev çûn.

Hêzên Cendirmeyan yên ku li cihê bûyerê amade bûn û bi çekan mudaxeleyî pevçûnê kir û wan herî kêm 3 kes desteser kirin.

Herwiha ji ber saçmeyên çekên cendirmeyan agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst