Tirkiyeyê bi dronê êrişî Efrînê kir: Leşkerek bi giranî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyeyê bi droneke bombebarkirî, êrişî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê yên li gundekî navçeya Şêrawayê ya Efrînê kir, leşkerekî Sûriyeyê bi giranî birîndar bû.

Li gorî zanyariyan, hêzên Tirkiyeyê bi droneke bombebarkirî, êrişî xaleke hêzên Sûriyeyê yên li nêzîkî gundê Kefer Entwanê yê nahyeya Şêrawayê ya Efrînê kiriye.

Di encama êrişa Tirkiyeyê de leşkerekî Hikûmeta Sûriyeyê bi giranî birîndar bûye û ji bo navenda bijîşkiyê ya gundê Kefer Entwanê hatiye şandin.

Tirkiyeyê herwiha îro derdora gundê Bênê yê Şêrawayê ya Efrînê jî topbaran kiriye û heta niha ti zanyarî li ser ziyanên wê topbaranê nehatine bi dest xistin.