Agirî: Kesên ji germahiya zêde bêzar in berê xwe didin Gola Masiyan

03-08-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Avkevir Gola Masiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gola Masiyan a navçeya Avkevirê ya parêzgeha Agiriyê bûye stargeha kesên ku ji germahiya zêde bêzar in.

Ji bo wan kesên ku ji germahiya zêde bêzar in Gola Masiyan a ku li bilindahiyên 2 hezar û 241 metreyan e, bijardeyeke baş e.

Van rojan ku li piraniya Bakurê Kurdistanê germahî 40 pileyan derbas dike, hejmareke zêde ya welatiyan bi malbatî ji navçe û parêzgehên derdorê serdana golê dikin.

Geştiyarê ji Îdirê Oguzhan Akyazi got, “Ez şêniyê Îdirê me. Ez bi malbata xwe re bi armanca ku hewayeke pak wergirim hatime Gola Masiyan. Gola Masiyan gelekî xweş e.”

Geştiyar hem di nava golê de avjeniyê dikin, hem jî bi beleman li ser rûberê wê digerin.

Beşeke welatiyan jî çadirên xwe li peravên golê vedidin û çend rojan li wê derê dimînin.

Murat Akkuşê ku ji bo bêhnvedanê serdana Gola Masiyan kiriye anî ziman:

“Ev der cihek e ku di havîn û zivistanê de xwezahez dikarin werzişên cûda yên xwezayî lê bikin.

Di demên dawî de daxwazeke zêde ya xelkê deverê jî, çi ji Agirî çi ji Îdirê û navçeyên derdorê li ser vî cihî heye. Hêdî hêdî dikan li vê derê têne vekirin û cihên kampan jî têne çêkirin.”

Gola Masiyan 30 kîlometreyan dûrî Avkevirê ye

Gola Masiyan 30 kîlometreyî dûrî navçeya Avkevirê ya parêzgeha Agirî ye. Rûberê wê 30 kîlometre çargoşe ye û cihê wê yê herî kûr 37 metre ye.

Gola Masiyan bi xwezaya xwe ya bedew, her çar demsalan geştiyaran pêşwazî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst