Li Îdirê 13 qaçaxçiyên koçberan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê 13 gumanbarên ku bi rêyên deryasayî koçber derbasî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kirine, hatin girtin.

Li Îdirê 129 koçberên deryasayî yên ji 4 welatan bi rêyên qaçax derbasî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûne hatin desteserkirin.

Ekîbên cendirmeyan li Îdirê ku hevsînorê 3 welatan e, bi îdiaya qaçaxçîtiya koçberan 17 kes desteser kirin.

Piştî bidawîbûna karûbarên gumanbaran ew şandin dadgehê û li wîr 13 ji bersûcê qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin û her 4 kesên din jî hatin berdan.

Dê koçberên ku hatine girtin ji bo welatên xwe bên vegerandin.

Cendirmeyan ev koçber birin Navenda Paşdeşandina Demkî ya Koçberan.