PAK û TDK-TEVGERê bangî NYyê kir: Komkujiya Kurdên Êzidî bi fermî nas bikin

03-08-2023
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Kurdên Êzidî PAK TDK-TEVGER
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) di 9emîn salvegera êrişa Şingalê ya li hemberî Kurdên Êzidî de peyamek belav kir û wan tê de bangî Netewên Yekbûyî kir daku komkujiya Kurdên Êzidî bi fermi nas bike.

Îro nehemîn salvegera êrîşa DAIŞê ye ku Şingalê û derdora wêran kirin. 

Roja 3ê Tebaxa 2014an, DAIŞê êrîşeke berfireh bire ser Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî dîl girtin.

Herwiha di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî mecbûr man cih û warê xwe biterikînin.

PAK û TDK-TEVGERê îro di nehemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de peyameke hevbeş belav kir û tê de ji Netewên Yekbûyî xwest ku komkujiya Kurdên Êzidî bi fermi nas bike.

"Birîneke kûr e û ya hemû Kurd û Kurdistanîyan e"

Di peyama xwe de PAK û TDK-TEVGER got:

"Birîna jenosîda Şingalê ya ku xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne, birîneke kûr e û ya hemû Kurd û Kurdistanîyan e. Heta niha jî gelek keç û jinên Kurdên Êzidî di destê DAIŞa hov de ne û wendayî ne.

Heta niha jî piranîya gelê me yê ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.”

PAK û TDK-TEVGERê bangî Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir, “Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê divê ji bo pêçana birîna xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî bernameyeke taybetî deynin ber xwe û bi cih bînin.”

PAK û TDK-TEVGERê di heman demê de bang li Neteweyên Yekbûyî jî kir û got: “Em bang li  Netewên Yekbûyî dikin da ku jenosîda Kurdên Êzidî bi fermî qebûl bikin.”

"Em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî ne”

PAK û TDK-TEVGERê di dawiya peyama xwe de ragihand:

“Di nehemîn salvegera jenosîda Şingalê ya ku xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de, em DAIŞê û hemû piştgirên wan careke din rûreş dikin.

Em di nehemîn salvegera jenosîda Şingalê de, hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bi bîr tînin, em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst