Di ser komkujiya Kurdên Êzidî re 9 sal derbas bûn

03-08-2023
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Kurdên Êzidî Şingal DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro di ser komkujiya Kurdên Êzidî re 9 sal derbas dibin ku li Şingalê bi destê çekdarên DAIŞê zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatibûn kuştin.

DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin. Bi hezaran jin û zarok jî dîl girtin û revandin û bi hezaran kes jî koçber bûn.

Herwiha bi sedema şer, ji sedê 80yê bajar û gûndên Şingalê wêran bûn.

Bi hezaran Kurdên Êzidî jî ku hewl didan cane xwe ji wê rêxistina hov xilas bikin, xwe spartin Çiyayê Şingalê, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê.

Niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî di kampan de dijîn. 

DAIŞê li ber çavên hemû cîhanê Kurdên Êzidî qir kirin.

Kesên ku hatin revandin rastî miameleya 'xenîmetên şer', şkenceyeke sîstematîk û tundiya cinsî hatin.

Ev kirinê DAIŞê weke tawaneneke mezin a mirovahiyê hat tomarkirin. 

Piştî êrîşa DAIŞê, heya niha bi dehan gorên bikomî û çend gorên take kesî yên Kurdên Êzidî li Şingalê û derdora wê hatine dîtin.

Li gor nûtirîn amarên Nivîsingeha Rizgarkirina Revandiyan, ji ber êrîşa DAIŞê, zêdetir ji 325 hezar Kurdên Êzidî ji Şingalê û derdora wê koçberî Herêma Kurdistanê bûn û piraniya wan li parêzgeha Duhokê bicih bûn, zêdetirî 100 hezar Kurdên Êzidî penaber bûn.

Heya niha 13 welat û çend rêxistinên nadewletî tawanên DAIŞê ya li dijî Kurdên Êzidî weke komkujî nas kirine.

Herî dawî jî beriya du rojan Brîtaniyayê bi awayê fermî komkujî qebûl kir.

Di 9 salvegera komkujiya Şingalê de Berpirsê Ofîsa Rizgarbûyên Kurdên Êzidî got, ji 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî yên ku ketibûne destê DAIŞê, heta niha 3 hezar û 570 kes hatine rizgarkirin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarbûyên Kurdên Êzidî Husên Qaidî ji Rûdawê re got, di nava wan kesên azadkirî de, 339 mêr û hezar û 214 jin hene, yên din jî zarok in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst