Serok Barzanî: Li Şingalê hêzên çekdar rêgir in li ber avedankirin û vegera xelkê

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 8emîn salvegera komkujiiya Kurdên Êzidî li Şingalê peyamek belav kir û tê de dibêje: “Tawana cenosîda Şingalê birîneke kûr e li ser gewdeyê gelê Kurdistanê.” Serok Barzanî herwiha got: “Şingal di destê komek hêzên çekdaran de ye ku li pêş vegera xelkê û avedankirina Şingalê bûne rêgir.”

Serok Mesûd Barzanî îro 3yê Tabaxa 2022yan  bi boneya salvegera komkujiya ku DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de li Şingalê li dijî Kurdên Êzidî  pêk anî de peyamek belav kir û tê de ew komkujî şermezar kir.

Peyama Serok Barzanî ya bo salvegera heştemîn a komkujiya Kurdên Êzidî li Şingalê wiha ye:

“Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Îro 8 sal di ser êrîşa terorîstî ya ser Şingalê re derbas dibe. Tawana cenosîda Şingalê birîneke kûr e li ser gewdeyê gelê Kurdistanê. Di vê karesatê de xwişk û birayên me yên Êzidî ji ber kurdbûn û ol û baweriyên xwe rastî êrîşa terorîstan hatin. Tişta ku tawankarên DAIŞê li dijî xwişk û birayên me yên Êzidî pêk anîn, berdewamiya wê yekê bû ku di dirêjahiya dîrokê de xeleka karesat û sûcên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin.

Di karesata komkujiya Şingalê de, cihê mixabiniyê ye ku tevî hebûna rêkeftina di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê de ji bo paşeroj û birêvebirina Şingalê, hêj ew rêkeftin nehatiye cibicîkirin. Şingal di destê komek hêzên çekdaran de ye ku li pêş vegera xelkê û avedankirina Şingalê bûne rêgir. Pêngava yekem a dermankirina birîna Şingalê ew e, Şingal vegere destê xwediyên wê yên resen û ew hêz û milîsên ku destê xwe danîn ser wê, ji Şingalê derkevin û rêkeftina Şingalê bê cibicîkirin. Her wiha pêwîst e rêkarên wiha bêne girtin ku êdî careke din karesat, zilm û tawan li dijî Êzidiyan û pêkhateyên din dubare nebin.

Di vê bîranîna dilşewat de, şehîd û qurbaniyên Şingalê bi bîr tînin. Hevdem jî wan şehîd û Pêşmergeyên qehreman jî bi bîr tînin yên ku bi xwîna xwe çiyayê Şingalê parastin û dorpêça teroristan li ser çiyayê Şingalê şikandin û bajarê Şingalê jî ji destê teroristan rizgar kirin û di encamê de efsaneya DAIŞê şikandin û serê teroristên DAIŞê kete jêr pêyên Kurdên Êzidî.

Hezar silav li giyanê pak ê şehîdên Şingal û hemû şehîdên rçya azadiya Kurdistanê.”