DAIŞê êrîşî artêşa Iraqê kir; 3 leşker hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrîşeke DAIŞê de li parêzgeha Diyaleyê, 3 leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Nûçegihanê Rûdawê Huner Hemîd ragihand, demjimêr 11 şeva bihorî çekdarên DAIŞê bi çekên qenas êrîşî Artêşa Iraqê li gundên Keşkewla Biçûk û Seyf Seid li nêzîkî Bendava Hemrînê kirine.

Derbarê bûyerê de Rêveberê Asayîşa Kuleco Şemal Ebdulrehman ji Rûdawê re ragihand, di êrîşa çekdarên DAIŞê de bo ser Lîwaya 53 a Fewca 2 a Artêşa Iraqê de, 3 leşkerên Artêşa Iraqê hatine kuştin, herwiha leşkerek jî birîndar bûye.

Rêveberê Asayîşa Kuleco diyar kir, leşkerên di êrîşê de hatine kuştin, navê wan Secad Hesen, Mistefa Elî, Qerdam Mihemed e navê leşkerê birîndar jî Basim Elî ye.

Şemal Ebdulrehman herwiha da xuyakirin, çekdarên DAIŞê li nahyeya Qeretepe jî êrîş kirine, lê heya niha ziyanên wê êrîşê  nehatine zanîn.