8 sal di ser Komkujiya Şingalê re derbas dibin

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 8 sal di ser êrişa DAIŞê ya bo ser Şingalê re derbas dibin. Her îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Duhokê beşdarî merasîma bîranînê qurbaniyên komkujiya Şingalê dibe.

Biryar e îro li navçeya Sêmilê ya ser bi Duhokê ve, merasîm ji bo qurbaniyên komkujiya Kurdên êzidî bê kirin û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî Amede bibe.

Çekdarên DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an, êrişî Şingal û derdora wê kirin. Di wan êrişên hov de bi hezaran Kurdên Êzidî hatin kuştin û piraniya wan jin û zarok 6 hezar û 410 kes jî hatin revandin. 

Bi hezaran Kurdên Êzidî jî ku hewl didan cane xwe ji ber destê wê rêxistina hov xilas bikin, xwe spartin Çiyayê Şingalê, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê. Niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî di kampan de dijîn. 

DAIŞê li ber çavên hemû cîhanê Kurdên Êzidî komkujkirin, kesên ku revandin miameleya weke ‘xenîmetên şer’ îşkenceyeke sîstematîk û tundiya cinsî lê kirin û ev yek jî weke tawaneneke mezin a mirovahiyê hat tomarkirin. 

Piştî êrîşa DAIŞê, heya niha 83 gorên bi kom û çend gorên take kesî yên Kurdên Êzdî li Şingalê û derdora wê hatine dîtin.

Li gor nûtirîn amarên Nivîsingeha Rizgarkirina Revandiyan, ji ber êrîşa DAIŞê, zêdetir ji 325 hezar Kurdên Êzdî ji Şingalê û derdora wê koçberî Herêma Kurdistanê bûn û piraniya wan li parêzgeha Duhokê bicih bûn, zêdetir ji 100 hezar Kurdên Êzdî penaber bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo nasandina vê tawanê mirovahiyê weke ‘cînosayd’ bi xebatên di astên cuda de hewl dide dengê Kurdên Êzidî bigihîne civaka navdewletî. 

Kurdên Êzidî jî komkujiya 3ê Tebaxa 2014an weke ‘Fermana 73an’ bi nav dikin. 

Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî roja 3ê Tebaxê weke ‘Roja Cînosayda Kurdên Êzidî’ nas kir.