RIHA – Di du rojan de 3 kes hatin kuştin, 6 kes jî hatin birîndarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê, di du rojên dawî de di şer û êrîşên çekdarî de 3 kes hatin kuştin û 6 kes jî hatin birîndarkirin.

Li navçeya Kaniya Xezalan a ser bi parêzgeha Rihayê, duh Sêşema 2ê Tebaxê di navbera du grûpan de ji ber mijara avdaniya erdan şer derket û di encamê de Halil Kiliç ê 22 salî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Hêzên cendirmeyan doh bi hinceta kuştina Halil Kiliç, kujer Mehmet Erberk desteser kirin. Îro 3ê Tebaxê dema Mehmet Erberk, ji aliyê hêzên cendirmeyan ve bo pişkînîna tendirustiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan hat birin ji aliyê kesûkarên Halil Kiliç ve hat kuştin. Kujerê Mehmet Erberk jî dema xwest ji hewşa nexweşxanayê bireve ji aliyê cendirmeyan ve ji lingan hat birîndarkirin û desteserkirin.

Her wiha doh li navçeya Hewagê ya Rihayê, ji ber pirsgirêka erdan di navbera du malbatên mirovên hev de şer derket û kesên bi nave F.Y, Ş.Y. û H.Y. birîndar bûn.

Li Taxa Dicle ya navçeya Siwêrega Rihayê jî, doh bi şev dema li kolanê dimeşiya hinek kesên nenas bi çek êrîşî Mehmet Çelikê 32 salî kirin û wî kuştin.

Li Rihayê bi taybetî bi hatina havînê û bênderan pirsgirêkên erdan rû didin û şer û pevçûn zêde dibin.