Li Rihayê ji ber nebûna elektrîkê erdên garis û pembûyan hişk dibine

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Riha ya Bakurê Kurdistanê ji ber nebûna elektrîkê, bi sedhazaran donim erd bi hişkbûnê re rûbirû ne.

Erdên garisan li gundê Başbûk a ser bi navçeya Siwêreg a Rihayê ji ber bêavbûnê roj bi roj hişk dibin.

Cotkarên Rihayî van rojan ji aliyekî ve ji ber xerciyên zêde yên çandiniyê û ji aliyê din ve ji ber tinebûna elektrîkê dinalin.

Saziya Belavkirina Elektrîkê DEDAŞ, bi hinceta ku elektrîk zêde tê bikaranîn li gelek herêmên çandiniyê yên Rihayê rojane 8 demjimêran elektrîkê dibire. Ev jî dibe sedema hişkbûna garis û pembûyên cotkaran.

Cotkar daxwaz dikin, pirsgirêka wan bê çareserkirin ku keda wan bi erdê de neçe.

Cotkar Cevher Turk li ser hişbûnê got, “Erdogan berî 5 mehan ji cotkaran re digot, bila donimek jî vala nemîn, lê belê tenê li Rihayê 4 milyon donim garis, pembû û zebeş ji ber DEDAŞê hemû hişk bûn. Keda cotkaran, xebata cotkaran vala çû. Bi rastî guneh e, tiştekî wisa ne di Tewratê, ne di Quranê, ne di Zebûrê û ne jî di Incîlê de derbas dibe.”

Her çiqas beşeke erdan bi coyên avê tên avdan jî, li Riha, Amed û Mêrdînê 4 milyon donim erd bi bîran tê avdan. Eger elektrîk nebe bîr naşixulin û dexlûdan hişk dibin. Cotkar ji bêdengiya berpirs û parlamenterên Rihayê jî ya li hember DEDAŞê gazincan dikin.

Cotkar Cevher Turk anî ziman, “Ez ji parlamenteran re dibêjim lê qet guh nadinê. Tew newêrin ji vê kompanyayê re dengê xwe bikin. Ked û xebata cotkaran hemû vala çû. Tu diherî cem parêzgar, parlamenteran jî lê vala ye.”

Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Rihayê jî dibêje, di demeke ku herî zêde pêwîstiya pembû û garisan bi avê heye DEDAŞ elektrîkê li ser cotkaran dibire.

Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Rihayê Abdullah Melik got, “DEDAŞ zilmê li cotkaran dikiye, elektrîkê nadiye cotkaran. Cotkaran pembû, garis çandine, tenê li Rihayê milyonek û 500 donim erd pembû û garis çandine û di Tîrmeh û Tebaxê de gelekî avê dixwaze. Niha DEDAŞ nikare elektrîkê bide wan û cotkar jî nikarin avdanê bikine. Li Mêrdîn, Amed û Rihayê bi giştî 4 milyon donim zevî ji ber bêaviyê dike bişewite.”

Riha yek ji bajarê herî mezin ê çandiniyê ye ku %4.9ê erdên çandiniyê yên li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li Rihayê ne. Herwiha li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê %42ê pembû, %38ê nîskên sor û %37ê fistiqan û %7.5ê genim li Rihayê tê berhemanîn.