Baroya Şirnexê bo betalkirina ezmûna KPSSê doz vekir

03-08-2022
RÛDAW
Nîşan Baroya Şirnexê KPSS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Şirnex a Bakurê Kurdistanê ragihand li ser îdîaya ku pirsên Ezmûna Hilbijartina Karmendên Dewletê (KPSS) hatine dizîn li Dadgeha Îdarî ya Enqerê ji bo betalkirina ezmûnê doz tomar kirine.

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û ragihand ku wan wek baro doz tomar kiriye.

Rojhat Dilsiz dibêje, “20 pirsên Ezmûna Hilbijartina Karmendên Dewletê (KPPS) ku li Tirkiyê ezmûneke taybet bo derçûyên zanîngehan e, heman ew pirs in ku di ezmûneke amadehiyê ya weşaneke taybet de hatine pirsîn diyar dike ku pirs hatine dizîn. Vê yekê jî bandoreke nerênî li ser kesên ku hêviya wan hebû bibin xwedî karekî kiriye. Ji ber vê jî me wek baro doz tomar kiriye.”

Yekîtiya Baroyan ya Tirkiyê (TBB) jî îro Çarşemê 3ê Tebaxa 2022an diyar kir ku ew îdîayên derbarê KPSSê de lêkolînan dikin û doza betalkirinê û lêpirsîn jî di nav de hemû rêyên hiqûqî gotûbêj dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst