Şingal; Bombe bi otomobîleke hêza Heyder Şeşo de teqiya

03-08-2022
RÛDAW
Wêneyê otomobîla ku bombe pê ve teqiyaye. Wêne: Rûdaw
Wêneyê otomobîla ku bombe pê ve teqiyaye. Wêne: Rûdaw
Nîşan Şingal Heyder Şeşo Hêza Parastina Êzîdxanê Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di demekê de ku îro 8mîn salvegera Komkujiya Şingalê ye û bi vê helkeftê merasimek bo bîranîna qurbaniyên Kurdên Êzdî li Komelgeha Dûhêla hatibû sazkirin, bombeyek bi otomobîleke Hêza Êzîdxanê ve teqiya, lê ti zirarên canî çênebûn.

Bûyer îro Çarşembê 3ê Tebaxa 2022an li Komelgeha Dûhêla li sînorê qeza Şingalê çêbûye.

Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê li Şingalê, Heyder Şeşo derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, bombe bi otomobîleke wan ve hatibû girêdan, lê berî ew otomobîl bigihe nav baregeha wan teqiyaye û ti zirareke canî çê nebûye.

Di dema teqîna bombeyê de ti kesek nêzîkî otomobîlê nebûye, lewra ji bilî zirarên maddî ti zirarên canî nebûne.

Hêza Parastina Êzîxanê hêzeke ser bi Wzeareta Pêşmerge ve ye û li Şingalê ye, Heyder Şeşo jî fermandarê wê ye.

Hêzên emnî yên Iraqê çûne cihê bûyerê, lê heta niha têkildarî bûyerê ti kes nehatiye desteserkirin.

Teqîna wê otomobîlê di demekê de ye ku îro 8 sal di ser komkujiya Kurdên Êzdî ya li Şingalê re derbas bûn.

DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî qezaya Şingalê û bajarokên derdorê kir. Di êrîşa DAIŞê de nêzî 5,000 Kurdên Êzdî şehîd bûn û zêdeyî 425,000 kes jî koçber bûn û berê xwe dan Herêma Kurdistanê û li kampan hatin bicihkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst