Nêçîrvan Barzanî: Me soz daye Êzdiyan, Kurdistan û Êzdayetî girêdayî hev in
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê di merasima 8. Salvegera Komkujiya Şingalê de li qeza Sêmêlê ya Duhokê de ragihand, ji bo rizgarkirin û parastina Kurdên Êzdî her tiştek ji destê wan were ew dê bikin û got, “Tiştê li Şingalê çêbû, mezintirîn karesata serdemê bû.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, di çend rojan de bi hezaran Kurdên Êzdî hatin komkujkirin got, “Birîna Şingalê nayê jibîrkirin û karesata li Şingalê nabe dubare bibe.”
Nêçîrvan Barzanî bi gotina divê em hewl bidin bandora wê karesatê kêm bikin, diyar kir: “Me soz daye heta zarokekî revandî mabe, em dê li ser hewldanên xwe yên rizgarkirinê berdewam bin.”
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya xelkê Duhok û Zaxoyê kir ku di dema karesata Şingalê de bi dilekî mezin pêşwazî li Kurdên Êzdî kirin û got, “li hin cihan mamosteyên ola îslamê deriyên mizgefan vekirin û Kurdên Êzdî lê bicih kirin. Ev tabloya pêkvejiyanê li Kurdistanê şanaziya me ye û divê hetahetayê bimîne.”
Di beşeke din a gotara xwe de Nêçîrvan Barzanî qewleke olî ya Kurdên Êzdî xwend ku dibêje, "ciwabekê bidin Kurdistanê, da qahîm bikin îmanê, şerfedîn mîre li dîwanê" û tekezî li yekîtiya Kurdan kir û got, “Kurdistan navenda Êzdatiyê ye, mana Êzdiyan li Kurdistanê merc û bingehê Êzdatiyê ye. Kurdistan û Êzdatî nasnameyeke hevbeş a dîrokî ya millet û cografiya me ye, Êzdatî dînekê kevnar ê Kurdistanê ye. Êzdatî, dewlemendiya ziman û çanda gelê Kurd û Kurdistanê di nava tekst, nerît û sirûdên xwe de parastiye.”
Serokê Herêma Kurdistanê bang li Êzdiyan kir ku warê xwe neterikînin û got, “Divê Êzdî li ser axa xwe li Şingalê û li Kurdistanê bimînin, divê Lalişa Nûranî bernedin û bêxwedî nehêlin.”
Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa Şingalê û cîbicînebûna rêkeftina Şingalê jî kir û daxwaz kir, ji bo normalbûna rewşa Şingalê û vegera xelkê Êzdî bo warê xwe çekdarên neqanûnî ji herêmê derkevin. Serok Nêçîrvan Barzanî wiha got, “Heta niha rewşa Şingalê normal nebûye û Rêkeftina Şingalê hêj nehatiye cîbicîkirin. Li Şingalê pirsgirêka hebûna komên çekdar ên nerewa û neqanûnî heye, pêwîst e hêzên nerewa li Şingalê nemînin.”
Tevahiya naveroka gotara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:
Berî her tiştekê dixwazim bixêrhatina we tevan bikim bi taybetî bixêrhatina nûnerê cenabê serokwezîr Mistefa Kazimî ku îro teşrîf anî ligel me bi xêr bê ser çavan, konsulên welatên biyanî li Hewlêrê, ew ên ku ji Hewlêrê hatine vir, ez bixêrhatineke germ a wan tevan dikim yek bi yek, gelek bi xêr hatin û serçavan hatin.
Îro em hemî pêkve bi dileke tijî kovan, bîranîna heştemîn salvegera cenosîda Şingalê dikin ku mezintirîn karesata sedeyê bîst û yêkê ye, hatiye serê Êzidiyan û gelê Kurdistanê. Serê rêzê li ber canê paqijê şehîd û cangorî yên Êzidiyan diçemînim di vê rojê de.
Ev karesata DAIŞê, bûye rûpeleke din a xwînî di dîroka Kurdistanê û fermaneka din e ya li ser Êzidiyan. Pênc hezar jin û zarok û mêrên Êzidiyan bûne qurbanî. Heta niha jî (2,717) Êzidî revandî ne, heta niha 325 hezar Êzidî li kampan penaber in. 100 hezar Êzidî li welatên cîhanê penaber bûne. Şingal wêran bûye û xelkê wê bê mal û hal bûne.
Bînine ber çavên xwe, di nav çend rojan de hezaran Êzidî hatine gulebarankirin, di gorên bikom de hatine binaxkirin. Hezaran keç û xuşkên Êzidî hatine revandin û kirrîn û firotin pê hatekrin. Bi hêza çek û bi kuştinê, hewleke zor da bo guherîna dînê wan.
Ez dizanim dilê we hemûyan yê pir kul û kovan û hesret e. Xema we zêde mezin e. Ev hejmara ku me behs kirî, gelek xemnak in. Lê divê her dem meziniya vê karesatê li ber çavê me be, da em hewl bidin û kar bikin zûtir çareser bikin û bandorên wê kêm bikin û hewl were dayîn careka din ev karesat li ser miletê me dubare nebe.
Li vir qewleke Êzidiyan tê bîra me:
Gelek hene, dil bi keser in
Xewêt şeva ji xwe dibirin
Li ser qewm û miletê xwe bigerin
Li dinya û axretê, li çi bazaran naxusirin
Gelî Êzidiyan.
Her ji rojên yêkê yên vê karesatê, me soz da ku çi ji me bê em dê bikin bo parastin û mana Êzidiyan. Serbarî komkujî û wêrankirna Şingalê lê revandin û kirrîn û firotina xuşk û daykên Êzidî, bêhtirî her tiştekê din, dilê Êzidîyan û dilê hemû gelê Kurdistanê birîndar kir. Ev heta niha jî ji bo me hemûyan birîneke vekiriye û bi hêsanî jî nayê jibîrkirin.
Me nivîsîngeheke rizgarkirinê vekir, heta niha me 3,554 jin û mêr û zarok rizgar kirine. Me soz daye ku heta jinek, mêrek yan zarokekî revandî mabe, em dê berdewam bin, ev erkê ser milê me ye û kêmtirîn tişte ew e ku em dikarin derheq miletê xwe, derheq xuşk û birayên xwe yên Êzidî bikin û wacibê me ye û çi minet tê de nîne. Daxwazê dikim herkesê zanyarî derbareya revandiyan hene, bila alîkariyên ni nivîsîngeha revandiyan bikin da ku bikaribin yên hatine revandin vebînin û rizgar bikin.
Dema wê karesatê, bi alîkariya xelkê xoşewîstê parêzgeha Duhokê û Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê kareke bi lez û hemleyan kir bo akincîkirin û piştevaniya penaberên Şingalê. Alîkariya xelkê ya niha jî ji bo penaberan, cihê şanazî û spas û pêzanîneka berdewam e. Gelek spas bo xelkê Duhokê, spas bo xelkê Zaxo, sspas bo hemû xelkê Behdînan, spas bo hemî xelkên li vê deverê dijîn, mamostayên olî, rewşenbîr, mamosteyên zankoyê, mamoste û herkesê bi dewrê xwe rabûyî di wê rojê de ji bo alîkariya xelkê me yê aware yê Êzidî, ti caran ji bîra min naçe, li hinek cihan mamostayên olî biryar da û mizgeft vala kirin bo van penaberan, ev tablo yê pêkvejiyanê bi taybetî li Kurdistanê û bi taybet li Duhokê cihê şanaziyê ye bo miletê me, bo Duhokê, bo Kurdistanê û bo me hemûyan û pêdivî ye heta hetayê ev bimîne û pêkvejiyan berdewam be.
Her wê demê Serok me Mesûd Barzanî soz da ku dê Şingalê rizgar bikin û gora Şerfedîn û Lalişa Nûranî biparêzin. Baregahê xwe yê meydanî li eniya Şingalê dana û heta roja mizgîniya serkeftinê li ser çiyayê Şingalê daneket, beroka şer li Şingalê berneda û ew soza ku wî daye gelê me, bicih anî.
Pêşmergeyên mêrxas ku bo rizgarkirina Şingalê şehîd bûn ku Çiyayê Şingalê parastî, herdem cihê rêza gelê Kurdistanê ye, qehremanî û xwîna wan wisa kir ku DAIŞê nikaribû Êzidîyn ji nav bibe.
Spasiya hemû wan rêxistin û kesayetiyên Êzidî û Kurdistanî dikim ku li derve û welatên cîhanê kar kirin bo nasandina karesata Şingalê û piştevaniya Êzidîyan. Sipasiya welatên Hevpeyman dikim ew ên ku alîkariya me kirî di wan rojan de ji bo rizgarkirina Şingalê, hêvîdar in berdewam bin da ku ev karesat li zortirîn welatên cîhanê wek cenosîd bê nasandin.
Amadebûyên rêzdar
Kurdistan û Êzdayetî, nasnameyeke hevbeş a dîrokî ya miletê me û cografya me ne. Êzdayetî dîneke kevn ê Kurdistanê ye û berî hatina dînên din, jiyan û peywendiya mirovan li Kurdistanê rêkxistibû.
Êzdayetî, dewlemendiya ziman û kulturê gelê Kurd û Kurdistanê di nav deq û nerît û sirûdên Xweda de parastî ye. Kurdistan navenda Êzdayetî ye, mayîna Êzidîyan li Kurdistanê, merc û bingehê Êzdayetîyê ye.
Ji ber wê divê Êzidî li ser axa xwe li Şingalê, li Kurdistanê bimînin. Divê Lalişa Nûranî bernedin û bê xwedan nekin.
Êzdayetî ya dûrî Kurdistanê bi zehmet e, dûrketina Êzidîyan ji Kurdistanê, gefeke mezin e bo ser Êzidîyan. Kurdistan û Êzdayetî dû bawer û cografya ne ku pêk ve hatine girêdan û kes nikarin van ji hev dûr bixe, çunkî îmana Êzidîyan, bi Kurdistanê qayim dibe, her wek ev qewlê Êzidîyan dibêje:
Cewabê bidine Kurdistanê
Bila qayim ken îmanê
Şerfedîn mîr e li dîwanê
Her li vir daxwazê ji hemû welat û rêkistinên cîhanî dikim ku piştevaniya devera Şingalê û xelkê Êzidî bikin. Ya giring ew e ji bo avedankirina devera Şingalê, dabînkirina xizmetguzariyan û hemû pêwîstî yên Êzidîyan li ser axa wan, piştevaniya Êzidîyan bikin. Penaberiya li welatên cîhanê, ji bo Êzidîyan metirsiyeke mezin e li ser nemana Êzdayetîyê.
Wek hemî gelê Kurdistanê, Êzidî li ser destê hemî rejîmên berê yên Iraqê ketine ber cenosîdan. Rejîma berê, dehan gundên Êzidîyan têkdan, gelek Êzidî bi kom hatine girtin û windakirin, destkarîya nasnameya wan hate kirin. Piştî sala 2003an, ketine ber êrîşên hov ên El Qa'îde, wek gulebarankirina 40 karkerên Êzidî li Mûsil, komkujiya Giruzêr û Sîba Şêxdir. Piştî wan jî DAIŞê devera Şingalê bi şêweyekê sîstematîk cenosîd kir.
Komkirina dehan belgenameyan li ser vê tawana DAIŞê, hîç gumanekê nahêlin ku ew a beramber Êzidîyan hatiye kirin, cenosîd e û tawana dijî mirovatiyê ye li gor yasaya navdewletî. Wate erkekî yasayî û erkê exlaqî û mirovî ye li ser civaka navdewletî ku piştevaniya Êzidîyan bikin.
Cihê destxweşiyê ye, Perlamena Kurdistanê biryar da ku Komkujiya Şingalê cenosîd e. Her wiha yasaya piştevanîkirina jinên rizgarbû yên Êzidî û kemîneyên din li Parlemana Iraqê derketiye. Tîma vekolîna Neteweyên Yekbûyî ji bo lêpêçîna li tawanên DAIŞê hezaran belge bo dadgehê kom kirine, li gelek welatan jî hewl hene bo nasandina karesata Şingalê wek cenosîd.
Ev hemû pêngavên mezin in ji bo parastina Êzidîyan lê yasaya piştevanîkirina jinên rizgarbû yên Êzidî hîn jî bi temamî nehatiye cibicîkirin, rewşa rizgarbûyan li kampa û ji ber nebûna asayîşê û xizmetguzariyan li Şingalê gelek xirab e.
Heta niha xelkê Êzidî di nav karîgeriyên xirab ên cenosîdê de dijîn. Vê jî pêwîstî bi karê zêdetirê Hikûmeta Iraqê heye bi hemahengiyê digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Her wiha pêwîst e piştevanîyeke vekirî ya welat û rêxistinên cîhanî hebe ji bo vê pirsê. Êzidî qurbaniyên cenosîda rêxistinekê ne ku dijminê hemû mirovayetiyê bû, îro çênabe cîhan Êzidîyan di vê rewşa xirab de ji bîr bike. Pêdivî ye ew dikarn, bo alîkariya Êzidîyan bê kirin.
Amadebûyên rêzdar
Rewşa Şingalê heta niha rewşeke neasayî ye, heta niha dehan hezar malbat nikaribûne vegerin devera Şingalê. Heta niha Rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, nehatiye cibicîkirin. Xizmetguzarî xirab in, îdareyeke yasayî li Şingalê nîne, kêşeya hebûna hêzên çekdarên derveyî sîstemê bergirîya Iraqê, heta niha nehatiye çareserkirin. Bê berçavgirtina metirsiyên Êzidî û xelkê wê deverê, xêzanên DAIŞê têne vegerandin. Evan hemûyan wisa kiriye ku rewşa Şingalê asayî nebe.
Yên ku dixwazn piştevaniya xelk û devera Şingalê bikin, divê rewşa Şingalê asayî û yasayî bikin. Ew ên rêgiriyê li asayîbûna rewşa Şingalê dikin, di xema Êzidîyan û di xema Şingalê de nîne. Divê êdî Şingal wek karteke siyasî neyê bikaranîn. Divê êşên xelkê Şingalê nebine lîstikeke siyasî. Divê rê bê dan ku rewşa Şingalê bê asayîkirin.
Bi pileya yekem erkê Hikûmeta Iraqê ye bi hemahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rewşa Şingalê asayî bike û îdareyeke şer'î bi şêweyeke yasayî li deverê çê bibe, hêzên neşer'î hilweşîne, xelkê deverê bo parastin û birêvebirina xwe bêne damezrandin.
Parêzgehkirina Şingalê û terxankirina budceya pêwîst bo vê mebestê, dikare bibe rêyeke gelek baş ji bo çareserkirina arîşeyên Şingalê û nehîştina şûnûwarên karesatê. Her wiha ev pêngav dê xelkê deverê piştrast bike ku vegerine ser axa bav û bapîrên xwe.
Bo vê mebestê daxwazê ji hemû aliyên Kurdistanî û Iraqî dikim ku piştevaniya vê pêşniyarê bikin. Her wiha daxwazê ji rêxistinên navxwe yên cîhanî û navdewletî dikim ku erkê xwe beramber xelkê Êzidî, beramber Şingaliyên hêja ji bîr nekin.
Bi du gotinan: Êzidî heta niha jî perîşan û sergerdan in. Piştî wê cenosîda hatiye serê wan, Êzidî hewcedariya çavdêriyeke gelek taybet in û pêwîst e ev bê kirin.
Amadebûyên hêja
Wek em hemû dibînîn, rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê her aloz dibe. Nakokiyên hêz û aliyên siyasî, gihîştine asteke gelek metirsîdar! Iraq îro muhtacî alîkarî û pêkve karkirina hemû hêz û aliyên siyasî ye. Parastina aramî û seqamgîriya Iraqê, erk û berpirsyariya hevbeş ya hemû hêz û aliyên û pêkhateyên Iraqê ye.
Aramî û asayçş û seqamgîriya hemû Iraqê ya pêkve girêdayî ye. Ji ber vê careke din daxwazê ji hemû hêz û aliyên Iraqî dikim, pêk ve li ser mêza danûstandinê hemû kêşeya çareser bikin. Her aiha daxwaza tebayî, yekrêzî û alîkariya hevbeş ya hêz û aliyên Kurdistanî dikim. Îro di vê rewşa hestyar û aloz de, bo Herêma Kurdistanê ji her demekê zêdetir tifaq û yekrêzî û pêkvebûn pêwîst e ku em yekrêz û teba bin, em dê bikaribin destkeftên mezintir bi dest ve bîn in, em dê bikaribin alîkariya xwe bikin û alîkariya bira û xuşkên xwe li Iraqê jî bikin da li rewşa ku niha tûş bû derbas bibin.
Divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê nakokî yên xwe li ser pirsa hilbijartinan çareser bikin û bigihêne hevgihiştineke hevbeş da ku dema hilbijartinê bêt diyarkirin û zêde li vê paşnekeve.
Em hêvîdar in heştemîn salvegera karesata Şingalê hander be ji bo pêngavên cidî û çareserkirina kêşeyên xelkê devera Şingalê û asayîkirina rewşa wê û dabînkirina xizmetguzariyên pêwîst û avedankirina wê deverê.
Digel vê karesata mezin, xweragiriya Êzidîyan, xweragiriya wan cihê rêz û pêzanîneke mezin e. Bi vê bawerî û xweragiriya, ez ê piştrast im dê bikaribin bi hev re wan birînên wan derman bikin, dê bi hev re ber bi paşerojeke baştir û geştir bo miletê me pêngava biavêjin.
Spas ji bo amadebûna we.
Silav bo giyanê pak ê hemû cangorî û qurbaniyên karesata Şingalê.
Spasiyeke taybet ji bo Duhokê bo piştevaniya berdewam a wan û xemxwariya wan bo penaberên Şingalê û penaberên din yên li devera Duhokê çi Kiristiyan, çi Êzidî û çi ew ên ku hatine vê deverê. Zor cara min gotiye û dê dubare kembikim ciwaniya Kurdistanê ev tablo ya pêkvejiyana me ye. Hêviya min ew e miletê me, çi Misilman, çi Êzidî, çi Mesîhî, her kes çi Ereb, çi Turkman ew ên ku em pêk ve di vî welatî de dijîn, berpirsyarîya me ya hevbeş e û paşeroja me jî pêk ve ya girêdayî ye, hêvîya me ew e bi tifaq û yekbûn bi anehiya Xweda pêngavên mezin ber bi paşerojê bavêjin.
Hemû alî dîsa bi xêr hatine serçavan û zor spas bo amadebûna we.