Rizgarbûya ji destê DAIŞê Leyla Nayif behsa çîroka revandina xwe dike

03-08-2022
RÛDAW
Leyla Nayif ligel du keçên xwe û 8 kes ji malxezûra xwe hatine revandin
Leyla Nayif ligel du keçên xwe û 8 kes ji malxezûra xwe hatine revandin
Nîşan Komkujiya Şingalê Rizgarbûyên DAIŞê Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rizgarbûya ji destê DAIŞê Leyla Nayif behsa çîroka xwe dike û dibêje, jin û zilam, zarok ji dayîk û bavên xwe hatin qutkirin û wê nedikarî şîr jî bide zarokên xwe.

Leyla Nayif xelka gundê Alîka yê ser bi Sinûnê ve, yek ji rizgarbûyên destê DAIŞê ye, ku 3yê Tebaxa 2014an di navbera herdû gundên Digurê û Duhla de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hat girtin. Leyla Nayif û herdu keçên wê, ligel mala tî û xezûrê wê birin.

Rizgarbûya ji destê çekdarên DAIŞê Leyla Nayif ji Rûdawê re behsa çîroka revandin û veguhsetina xwe kir û da zanîn ku çekdaran zarok û jin ji malbatên wan vediqetandin û zilam dikuştin.

Leyla Nayif dibêje: “DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an di navbera herdû gundên Digurê û Duhla de ez û herdu keçên xwe û heşt mala tî û xezûrê min girtin. Em ewil birin Sinûnê paşê jî em birin Xanesorê. Piştre em birin Şilo û li wê derê zilam ji me qut kirin. Pişîtî saet 3yê em birin Şingalê. Me gelek zehmetî dîtin. Zarokên me birçî î tî dibûn. Rê nedidan ku ez av û şîr bidim keçên xwe. Zarokên min biçûk bûn, min bi zorê şîr dida wan. Nedihîştin em ligel mirovên xwe bin.”

Nayif herwiha got: “Em ji malbatên xwe qut kirin. Zarok û dayîk ji qut dikirin. Me dît ku zilam dibirin û li wan dixistin û ew dikuştin. Gelek zilm li me dihat kirin.”

Leyla Nayif da zanîn ku  cîranê wê alîkariya wê kirine, piştî ku balefiran Şingal bombebaran kirin wê keçên xwe xilaskirin û çûye çiyayî û çend hatine gullebarankirin, ew ranewestiyan û xwe rizgar kirin.

Bi gotina Leyla Nayif hemû rizgarbûyên ji destê DAIŞê pêwîstî bi alîkariyê hene, eger rewşa wan baş ba nediçûn derveyî welat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst