Çend malbatên DAIŞê hewl dan ji Kampê Holê birevin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê hewleke derxistina çend malbatên DAIŞê ji Kampa Holê bi rêyên qaçaxçîtiyê pûç kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser ragihand ku wan hewleke derxistina çend malbatên DAIŞê ji Kampa Holê li parêzgeha Heseke ya Rojavayê Kurdistanê bi awayekî qaçaxçîtî pûç kiriye.

Li gor heman çavkaniyê, hêzên ewlekariya navxwe barhilgirek şopandiye û têde derketiye ku têde 56 kes ji malbatên çekdarên DAIŞê hebûn, ji wan 39 zarok û 17 jin. Li gor hêzên ewlekariya navxwe, wan ew 56 kes li gel qaçaxçiyê ku hewl daye wan derxîne, girtine.