Çîroka ‘Dayîka Şehîdan’ Gewrê Mendo li Şingalê

Hewlêr (Rûdaw) – Bi dehan jinên Kurdên Êzidî bi tenê û bêyî kesûkar mane, Gewrê Mendo jî yek ji wan e, li Kampa Serdeşt a Şingalê bi dayika şehîdan tê naskirin ku hemû zarokên xwe ji dest dane.

Li Şingalê bi dehan kes hene ku çendîn endamên malbata xwe ji dest dabin, yek ji wan Gewrê Mendo ye ku jineke niha bi tenê li Kampa Serdeşt a Şingalê de dijî.

Dayîka Şehîdan Gewrê Mendo sala 2007an du keç û sê kurên xwe di teqînekê de li nahiya Giraizêr a Neynewa ji dest dane û tinê kurekî wê mabû, lê dema DAIŞê êrîşê Şingalê kir, kurê wê yê bi navê Berekat ê 28 salî jî, ji aliyê DAIŞê ve hat kuştin.

Dayîka şehîdan Gewrê Mendo dibêje: “Yek ji her çaran li min venegeriyan  û hatin kuştin. Cîranê me gazî min û zilamî min kirin û em jî çûn û ji me re gotin ku zarokên we hatin kuştin. Di vê fermanê de kurê min ferman jî hat kuştin.

Ew bi tenê sebra xwe bi bîranîn û nasnameyên zarokên xwe tîne. Hikûmeta Iraqê jî heta niha zarokên wê wek şehîd tomar nekirine.

Derbarê vê yekê de jî Gewrê Mendo got: “Hikûmeta Iraqê hêj zarokên min wek şehîd qebûl nekiriye û tiştek jî ji min re nekiriye. Em hatin ber Mezargeha Şêxmind nîzîkî 10 rojan li wê derê man.  Gotin dê dîsa DAIŞ bê em reviyan û em çûn devera Şemalê.”

Ji ber ku nexweşiya şekir pê re heye û ji karê malê ketiye, car caran cîran ji bo wê xwarinê dibin.