Hewldanên ji bo nasandina komkujiya Kurdên Êzdî wek jenosîd berdewam in

Hewlêr (Rûdaw) - Hewldanên ji bo wê yekê ku komkujiya Kurdên Êzdî li ser asta parlamentoyên welatan wek jenosîd bê naskirin berdewam in, ku ya herî dawî Parlamentoya Belcîkayê bû û naverasta meha borî ew dosye wek jenosad nasand.

Heta niha 15 navend, rêxistin û parlamentoyên welatan tawanên DAIŞê yên li dijî Êzdiyan wek jenosad nasandine, lê nasandin zêdetir siyasî ye ji wêya yasayî be. Parlamentoya Belcîkayê dixwaze hewla wê tenê li ser asta wê nemîne, lê li ser asta navdewletî û di warê yasayî de îtiraf bi dosyeyê bê kirin.

Els Van Hoof, Seroka Komisyona Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Belcîkayê pêştir derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihandibû,“Em dixwazin Wezareta Derve ya xwe jî teşwîq bikin daku li ser asta Ewropayê wiha bikin ku di warê yasayî de jî tişta qewimiye wek jenosaîd bê nasandin. Ji ber eger di warê yasayî de îtiraf bi jenosaîda Êzdiyasn hat kirin, wê demê yên beşdarî jenosaîdê bûne tên cezakirin. Wate  heta niha Dadgeha Dadî ya Navdewletî îtiraf bi jenosaîdê nekiriye û dadgehên din jî nekirine.”

Berî niha Parlamentoya Kurdistanê di 3 Tebaxa 2019an de ew tawan wek jenosîd nasandiye, herwiha Parlamentoya Iraqê jî îsal di çarçoveya yasaya rizgarbûna jinên Êzdî de, wek jenosîd amaje bi dosyeyê kiriye.

Herwiha di 28 Cotmeha 2020an de bi biryara Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, Lijneya Jenosîdnasandina Tawanan Destê DAIŞê hat pêkanîn.

Rawêjkarê Encûmena Bilind a Rûhanî ya Êzdîyan, Seid Misto dibêje, “Herêma Kurdistanê gelek hewl dan jibo ku em vê kêysê bikin kêyseke navdewletî bi damezrandina lijneyeke nasandina jenosîdê, desteyeke vekolînê li Duhokê dirist kir bo komkirina belgeyan û gotinên qurbaniyan, ew nameyên taybet ên serokê herêmê, serokê hikûmetê û şandên taybet ên ku çûne derve, daku em vê kêysê bikin kêyseke navdewletî û dadgehek kar li ser bike, lê mixabin çarçoveya Kurdistanê wisa ye ku biryar li navend li Bexdayê ye û ti îradeyeke siyasî wek dewleta Iraqê diyar nîne.”

Li ser asta navdewletî hewldan bo şopandina tawanên DAIŞê, ji wan jî komkujiya Êzdiyan berdewam in. Ya herî diyar biryara hejmar 2379 a Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî bû di Îlona 2017an de ku tîma lêkolînên li ser tawanên DAIŞê (UNITAD) hat pêkanîn.

UNITADê heta niha şeş raport pêşkêşî Encûmena Asayîşê kirine, bala UNITADê li ser şopandina komkujiya Speicher, êrîşa ser Kurdên Êzdî, tawanên DAIŞê li Mûsilê, tawanên DAIŞê li dijî Kakeyî, Krîstiyan, Şebek, Turkmen, Şîe û Sunne ye.

Tîma UNITADê heta niha 23.9 terabayt data kom kirine. Ji wan du milyon data peywendiyên telefonî ne, ku peywendiya wan bi tawanên DAIŞê yên li dijî civaka Kurdên Êzdî li Şingalê heye.

Ji ber ku Iraq ne endamê Dadgeha Tawanên Navdewletî ye, lewra Kurdên Êzdî nikarin hewara xwe bighînin Dadgeha Lahayê, tenê hêviya wan raportên UNITADê ne, ku amaje bikomkuştina Êzdiyan daye, daku dosyeya wan li ser asta navdewletî wek jenosîd bê naskirin.