Zanîngeha Dîcle derbarê zimanê Kurdî de daxuyanî da

03-08-2020
RÛDAW
Nîşan Zanîngeha Dîcleyê Amed Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê ew yek red kir ku teza bi zimanê Kurdî li zanîngeha wan hatibe qedexekirin.

Serokatiya Zanîngeha Dîcleyê daxuyaniyek belav kir  ku tê de dibêje, ti guhertinek di wan bernameyan de nehatiye kirin û zimanê xwendinê jî nehatiye guhertin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew gotegotên li ser torên civakî belav bûne û dibêjin amadekirina tezê bi zimanê Kurdî hatiye qedexekirin “nerast in û bi mebest zanyariyên şaş tên belavkirin.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Ji sala 2012ê ve beşa xwendina bi Ziman û Kultura Kurdî li Zanîngeha Dîcleyê hatiye vekirin. Di sala 2013an de xwendina masterê bê tez û di 2015an de jî xwendina master û doktora bi amadekirina tezê li wî beşê zanîngehê destpê kiriye. Zimanê xwendinê li vî beşî Tirkî ye. Bi heman awayî li beşên zimanên Îngilîzî, Erebî û Farisî jî bi zimanê Tirkî ye.”

Zanîngeha Dîcleyê dibêje, heta niha 86 xwendekar li Beşa Xwendina Ziman û Kultura Kurdî bawernameya master a bê tez, 10 master bi amadekirina tezê, 6 xwendekaran jî bawernameya doktora bidest xistine, ji yekem roj û heta niha jî ti guhertinek di bername û zimanê fêrkirinê de nehatiye kirin.

Zanîngeha Dîcleyê diyar kiriye, wan “bo bihêzkirina xwendina masterê bi tez û bê tez di sala 2019ê de protokola hevahengiyê ligel Zanîngeha Selahedîn a Herêma Kurdistanê îmze kirine.”

Li gor Serokatiya Zanîngeha Dîcleyê, “armanca wan nûçeyên di çend rojên borî de li ser torên civakî hatine belavkirin, xirabkirina navê zanîngeha wan e.”

Ev daxuyanî di demekê de ye ku berî çend rojan nûçeyek li torên civakî belav bûbû ku tê de dihat gotin, Zanîngeha Dîcleyê, bi hinceta ku tezên ji bilî bi zimanê Tirkî têne nivîsandin, divê Desteya Bilind a Xwendinê biryarê ser bide, li Beşa Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya wê zanîngehê nivîsandina teza bi Kurdî hat qedexekirin. Rêvebiriya Zanîngeha Dîcleyê ji xwendekarên xwe xwestiya ku têza xwe bi zimanê Tirkî binivîsin.

Nivîskar û akademisyenê Kurd Selîm Temo jî li hejmara xwe ya taybet a Twitterê nerazîbûna xwe derbirî bû û gotibû, “Ez vê nêzîkbûna bêhed a ku 10 sal e li dijî Kurdî berdewam e eşkere dikim. Bêhediyek nû: Li beşên  Ziman û Edebiyata Kurdî nivîsandina tezan a bi kurdî hatîn qedexekirin û zimanê hemû dersan bû Tirkî. Akademiya xwemalî û millî tiştek wiha ye!”

Xwedekarên zanîngehê, nerazîbûn li hemberî helwesta rêveberiya zanîngehê nîşan dabûn.

Herwiha par li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdinê biryara girtina Enstîtûya Zimanên Jindewar hatibû girtin ku xwendina bilind bi zimanê Kurdî dida.

Herwiha Zanîngeha Artukluyê hejmareke akademîsyenên Kurdî ji kar avêtibû û kontenjanên xwendina bilind a Kurdî jî kêm kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst