Nêçîrvan Barzanî: Şingal kirine warê çekdarên neyasayî
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de dûpat kir, “Herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe yên ji bo dabînkirin û vegerandina aramî û avadankirina Şingalê û kirina bi parêzgeh berdewam dibe” û got jî, “Şingal kirine warê çekdarên neyasayî ku bi bêxemiyê ve li ser birîn û xema Êzidiyan mijulî birêvebirina ajanda û bernameyên xwe yên siyasî ne.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 6emîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî peyamek belav kir û tekez kir, "Em soza ji bo kesukarên revandiyan dûpat dikin li lêgerîn û rizgarkirina wan û hewldana ji bo zanîna çarenûsa wan berdewam dibin."
Nêçîrvan Barzanî di wê peyamê de amaje bi wê dike, “Îro bi êşeke kûr ve bîranîna şeş saliya Jenosayda Êzidiyan û karesata Şingalê dikin. Bi rêz û rûmetê ve wan hemû xwîşk û birayên me yên Êzidî bi bîr tînîn ku bûne qurbaniya tawankariyeke bêhevtaya terorîstên DAIŞê. Ti kesekî bawer nedikir di sedsala bîst û yekê da mirovayetî careke din mergesateke wiha dibîne ku hemû cîhanê şok dike. Silav û dirûd ji bo giyanê pakê qurbaniyên karesata Şingalê û tevahiya xwîşk birayên Êzidî.”
Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Di demekê de vê bîranîna bi êş dikin, mixabin hê jî ji birîna xwîşk û birayên me yên Êzidî xwîn jê diçe û bi hezarên wan li wargehên koçberiyê dijîn. Şingal û navçeyên din ên Êzidiyan hê jî nehatine avedankirin û bingeheke baş ya vegerana aramiyê û vegerana jiyana wan tê de nîne. Şingal kirine warê çekdarên neyasayî ku bi bêxemiyê ve li ser birîn û xema Êzidiyan de mijulî birêvebirina ajanda û bernameyên xwe yên siyasî ne.”
Nêçîrvan Barzanî di dewama peyama xwe de dûpat dike, ku “Herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe yên ji bo dabînkirina aramî û vegerandina aramî û avedankirina Şingalê û kirina bi parêzgehê de berdewam dibe. Ji bo vê mebestê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê û îdareya parêzgeha Mûsilê hemû hevkarî û hemahengiyekê dike. Her wiha li ser asta navdewletî jî kar dike heta ku bi hevkariya Neteweyên Yekgirtî û Unitad vê tawanê bi jenosayd binasênin û tawankaran jî didin dadgehê û qurbaniyan qerebû dikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê got jî, “Xwîşk û birayên Êzidî bi hezaran salan li ser warê xwe bawerî û ola xwe parastine û herdem sedemeke girîng û çalak ya çanda pêkvejiyanê û lêborînê bûne û herdem jî her wiha dimînin. Em di vê salvegerê de tekeziyê li ser kûrkirina wê çandê dikin û hemû pêkhatên olî û neteweyî piştrast dikin ku Kurdistan bi landika aram û parastiya me hemûyan dimîne. Her wiha soza ji bo kesukarên revandiyan jî dûpat dikin li lêgerîn û rizgarkirina wan û hewldana ji bo zanîna çarenûsa wan de berdewam dibin.”
Di dawiya peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Silav li giyanê pak ê wan Pêşmergeyên qehreman ku bi serpereştiya raste rast ya cenabê Serok Mesûd Barzanî, Şingal rizgar kirin û bo wê navê da giyanê xwe bexşîn. Spas û pêzanîn ji bo wan hemû kesên li navxwe û derve hevkariyê pêşkêşê Êzidiyan kirin. Xwîşk û birayên Êzdî piştrast dikîn ji bo dabînkirina dadperwerî û paşerojeke baştir herdem li gel wan da dibîn."
Îro şeş sal di ser komkujiya Şingalê re derbas dibin, ku çekdarên DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an kirin. Ligel kuştina bi sedan û derbiderbûna bi hezaran Kurdên Êzidî, bi hezaran jin û zarokên Kurdên Êzdî ji aliyê DAIŞê ve hatin wendakirin.
Heta niha ji 550 hezar Kurdên Êzdî li Başûrê Kurdistanê, 360 hezar ji wan koçber in, 100 hezar Kurdên Êzdî berê xwe dane welatên Ewropayê û tenê ji sedî 20ê xelkê vegeriya ne Şingalê, ku piraniya wan di 14 kampên sînorê Dihokê de bicîh bûne.