Heyder Şeşo: PKK li Şingalê mûçeyên xwe ji Iraqê werdigire
Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Hêza Parastina Şingalê (HPŞ) Heyder Şeşo ji Rûdawê re ragihand, hikûmeta Iraqê ji rewşa niha ya xelkê Şingalê û avedannekirina wî bajarî berpirsyar e. Heyder Şeşo herwiha diyar kir, PKK li Şingalê mûçe û çekan ji Wezareta Berevaniya Iraqê werdigre û destnîşan kir, “eger Bexda hebûna PKKê weke sedema avedannekirina Şingalê nîşan dide, çima çek û mûçe dide wan.”
Îro şeş sal di ser êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê û komkujiya Kurdên Êzidî re derbas dibe. Piştî derbasbûna şeş salan di ser wê karesata mezin re, hêj Şingal nehatiye avedankirin û piraniya Kurdên Êzidî jî nevegeriyane ser mal û warê xwe.
Têkildarî şeşemîn salvegera êrîşa ser Şingalê û rewşa Kurdên Êzidî, Fermandarê Hêza Parastina Şingalê, Heyder Şeşo beşdarî di bultena Nîv Roj a Rûdaw TV de kir.
Heyder Şeşo bûyerên sala 2014ê weke “jenodîskirina Kurdên Êzidî” û “Fermana 74an a li ser xelkê Êzidî” bi nav kir û diyar kir, piştî derbasbûna 6 salan rewşa Kurdên Êzidî û Şingal neguheriye û bajar nehatiye avedankirin, herwiha derdora %70 heta %80 ji Kurdên Êzidî hêj aware û koçber in.
Heyder Şeşo hikûmeta Iraqê di ber rewşa niha ya Şingalê û Kurdên Êzidî de wek berpirsyar nîşan da û ragihand: “Ew kesên rêgirin an jî berpirsyariya xwe bi diristî pêk nehanîne, her ew kes in ku Iraqê birêve dibin, ku îro bi çavekî wekhev wek pêkhateyên din ên li Iraqê li Êzidiyan nanihêrin. Bi mixabinî ez dibêjim, bi hezaran zarokên me hatin kuştin û xelkê me talan bû, heta niha jî nêzîk 2,500-2,600 zarok û jin di destê wan de mane. Heta niha bi mixabinî ve, ne hikûmeta Iraqê û ne jî civaka navdewletî bi diristî berpirsyariya xwe pêk nehanîne û lê nenihêrîne. Ji ber vêna em daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku bi berpirsyarî tevbigere berî her tiştî, ji ber ku bi rastî bi sedema nakokiyên ku îro li ser Şingalê hene, xelkê Şingalê ji hemû mafên xwe bêpar bûye. Herwiha em ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hêvîdarin ku bi çavekî baştir li milletê me yê Êzidî binihêre, heta ku Şingalê bê avedankirin û careke din xelkê me vegere Şingalê.”
Her îro Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di peyama xwe de amaje bi avedankirina Şingalê kir û ragihand, hêzên neyasayî li Şingalê li pêşiya vegera xelkê bûne rêgir û xwîn û qurbaniyên êzidiyan ji xwe re kirine keresteyek ji bo ku acendaya xwe ya siyasî bisepînin.
Fermandarê Hêza Parastina Şingalê derbarê wan hêzan û piştevanên wan hêzan de ragihand: “Ew pirsyarya me ye jî, ew hêzên neyasayî yên li Şingalê, gelo piştevaniya li wan hêzan ji ku tê? Gelo çekên wan ji ku tê, gleo mûçe û alîkariya bo wan ji kuderê tê, ma ne ji hikûmeta Iraqê tê, ma ew hêzên ku îro li ser erdê Şingalê ne, artêş û polîsê Iraqê îro li xalên kontrolê yên Şingalê ne, divê em vê pirsê ji hikûmeta Iraqê bikin. Divê Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê bike ku ew rewşa Şingalê bi vî awayî nemîne, daku asayiş û istiqrar vegere Şingalê û xelkê Şingalê û ew hêzên ku bi diristî li nav Şingalê ne, bikarin kontrola rewşa Şingalê bikin, heta ku Şingal bê avedankirin. Bi rastî ez ti hincetekê nabînim ku îro hikûmeta Iraqê bêje hêzên neyasayî li Şingalê ne û rêgirin, yan îro hikûmeta Kurdistanê bêje, bi sedema çend grûpên çekdar li Şingalê, em nikarin Şingalê avedan bikin. Daxwaza me ev e ku bi diristî li ser vî karî bisekinin. Ewê ku serederiyê bi Bexdayê re dike, ew hêza ku mûçe ji Bexdayê û Wezareta Berevaniya Iraqê û Wezareta Navxwe ya Iraqê distîne, ma ne hikûmeta Iraqê piştevaniya wan dike.”
Têkildarî peywendiyên di navbera PKKê û hêzên Şîe yên Iraqê de jî Heyder Şeşo diyar kir, hevahengî di navbera PKKê û wan hêzan de heye û got, ew bi xwe bi aşkere dibêjin, em ser bi Heşda Şeibî û Wezareta Berevaniya Iraqê ve ne û mûçeyên xwe ji wan werdigrîn.
Fermandarê HPŞê destnîşan kir, eger Bexda hebûna PKKê weke sedema avedannekirina Şingalê nîşan dide, çima çek û mûçe dide wan.
Heyder Şeşo got: “Eger hikûmeta Iraqê avedannekirina Şingalê vedigerîne ser hebûna PKKê li Şingalê, pirs ev e çima piştevaniya wan dike, pirs ev e çima mûçe û çek dide wan li Şingalê, ji ber wê daxwaziya em dikin ji hemû berpirsên Herêma Kurdistanê û Iraqê, ku mana PKKê nekin hincet ji bo ku Şingal neyê avedankirin. Mana PKKê nekin hincet ji bo ku xelkê Şingalê vegere, belê em bi ti şêweyekê jî em ne pê re ne, ku PKK li Şingalê bimîne. Bes wextê hikûmeta Iraqê piştevanî li mana PKKê li Şingalê bike, û herwiha aliyên peywendîdar bêjin em nikarin Şingalê avedan bikin, bi dîtina min ew berpirsyarê rewşa wî milletî ne û divê hikûmeta Iraqê û hikûmeta Kurdistanê mekanîzmekê bibînin ku Şingal bê avedankirin û xelkê Şingalê vegere. Ew şeş sal derbas bûn, hetakengî em dê aware bin. Heta kengê dê hincet PKK be, heta kengê dê hinceta hikûmeta Iraqê, pêşmerge be. Bi rastî bi dîtina min, ez wek înasenkî êzidî û yek ji xelkên Şingalê, tifaqek di navbera aliyan de heye ji bo ku derverên Êzidiyan neyên avedankirin. Ew şeş sal derbas bûn, bi mixabinî ve ez dibêjim heta niha çar kes nehatine dadgehîkirin. Eger hatibin kirin, ji mirovên me yên Êzidî re diyar nebûye ku ew kes hatine dadgehîkirin, ji bo ku hinekî êşên wan mirovan kêm bibe.”
DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî Şingalê û gund û bajarokên derdorê û herêmên Kurdên Êzidî li Başûrê Kurdistanê kir û bi hezaran kes kuştin û bi hezaran jin û zarok jî dîl girtin û revandin.
Di encama êrîşa ser Şingalê de, bi sedan hezar kes ji Kurdên Êzidî aware û koçber bûn. Ji 550 hezar nifûsa Kurdên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê 360,000 kes li hundnirê Kurdistanê aware ne ku piraniya wan li 14 kampên sînorê Duhokê nîştecih bûne, derdora 100,000 kesan jî koçî derveyî welat kirine û tenê %20ê xelkê vegeriyane Şingalê.