Îro şeş sal di ser komkujiya Kurdên Êzidî re derbas dibin

03-08-2020
RÛDAW
Tevî şehîdbûna bi sedan Kurdên Êzidî, bi hezaran ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin (Wêne: New York Times/Adam Ferguson)
Tevî şehîdbûna bi sedan Kurdên Êzidî, bi hezaran ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin (Wêne: New York Times/Adam Ferguson)
Nîşan Kurdên Êzidî Şingal DAIŞ Komkujiya Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro şeş sal di ser komkujiya  Şingalê re derbas dibin, lê heta niha ji tevahiya 550 hezar Kurdên Êzidî li Başûrê Kurdistanê, 360 hezar ji wan koçber in û 100 hezar Kurdên Êzidî jî çûne derveyî welat, tenê ji  %20ê xelkê vegeriyane Şingalê.

Tevî şehîdbûna bi sedan Kurdên Êzidî, bi hezaran ji aliyê DAIŞê ve hatine wendakirin, û heta niha çarenivisa wan ne diyar e.

Berpirsê Nivîsgeha Revandiyan li Duhokê dibêje, ku heta niha nêzîkî 2 Hezar û 900 Kurdên Êzidî wendayî ne, û ew hewil didin ku wan jî rizgar bikin.

Tevî şehîdbûna bi sedan Kurdên Êzidî, bi sedan hezar kes jî koçber û derbider bû, bi hezaran kes jî, ji aliyê DAIŞê ve hatin wendakirin, lê heta niha ji tevaya 550 hezar Kurdên Êzidî, li Başûrê Kurdistanê, 360 hezar ji wan koçber in û 100 hezar Kurdên Êzidî jî çûne derveyî welat. Tenê 20% ji xelkê vegeriyane Şingalê. Piraniya wan li 14 kampên sînorê Duhokê dijîn. Li derveyî welat jî, li Almanyayê piraniya wan penaber in.

Berpirsê Nivîsgeha Revandiyan li Duhokê dibêje, “Heta niha nêzîkî 2 hezar û 900 Kurdên Êzidî windayî ne, em di hewlan de berdewam in, ji bo ku em wan rizgar bikin.

Husên Qaidî, Berpirsê Nivîsgeha Rizgarkirina revandiyan li Duhokê diyar dike, “Wek nivîsîngeh me Cotmeha 2014an dest bi karê xwe kir û ji wê salê ve 3 hezar û 530 kes hatine rizgarkirin. Karê nivîsingehê dê berdewam be heta yek kes mabe.

Piştî şeş salan, tiştê ku Iraqê ji Êzidiyan re kiriye, pêdana 1 milyon û 500 hezar dînarî ye, ji bo her malbatekê ku bixwaze vegere navçeya xwe, lê hêj gelek ji wan jî, ku vegeriyane pere wernegirtine.

Xeyrî Bozanî, Rêveberê Giştî yê Karûbarên Êzidiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji Rûdawê re ragihand, "Ji 03/08/2014an ve, heta 29.07.2020an, ji tevaya 6 hezar û 417 revandiyan ji aliyê DAIŞê ve, tenê 3 hezar û 530 kes ji wan hatine rizgarkirinû, hêj 2 hezar û 887 Êzidî di destê DAIŞê de mane, yan tiştek derbarê çarenivîsa wan nayê zanîn."

Li wê gorê, piştî şeş salan ji karesata Şingalê û nêzîkî 5 salan piştî kontrolkirina wê, heta niha, 45% ji Êzdiyên revandî windayî ne.

Nêzîkî du mehan piştî kontrolkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve, çekdarên wê rêxistinê di 03.08.2014an de, êrîşî ser Şingalê kir û bi sedan hezar Kurdên Êzidî koçber bûn û bi dehan jî şehîd bûn û bi hezaran kes jî windayî man, lê roja 13.10.2015an, Pêşmergeyan Şingal ji destê DAIŞê derxist û kontrol kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst