4 zarok di Çemê Muradê de xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Milazgir a Mûşa Bakurê Kurdistanê  4 zarokên ji bo ku xwe hênîk bikin ketin Çemê Muradê xeniqîn. Herwiha 2 zarok jî li çem de wenda bûn.

 

Li gor agahiyên berdest, meleyê ku li navçeyê wezîfedar û dersa Qurana dida zarokan ji bo seyranê 40 zarok biriye qeraxê Çemê Murdê.

 

Li vir hin xwenderekan ji bo ku xwe hênîk bikin ketin Çemê Muradê. Piştî demeke din hin zarok di çemê de ber bi jêr çûn û nekarin ji avê derkevin.

 

Di bûyerê da 3 zarok xeniqîn û yek jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. 2 zarok jî li çem de wenda bûn. 

 

Piştî bûyerê tîmên AFADê çûn cihê bûyerê û ji bo dîtina 2 zarokên wenda dest bi xebatê kirin.