Galeriya wêneyan

03-08-2019
17 Photos
Mihemed Şivanî

Di 5. Salvegera karesata Şingalê û komkujiya Kurdên Êzidî de, Tora Hevpeymaniya Rêxistinên Kurdistanî, îro li pêş baregeha Parlamentoya Kurdistanê, li Hewlêrê kombûnek saz kirin û piştgirî li biryara parlamentoyê ya ji bo naskirina roja 3ê Tebaxê weke roja Ceonsaydkirina Kurdên Êzidî, kirin.

 

Çalakvan û kesûkarên qurbaniyên komkujiya Êzidiyan, di vê kombûnê de daxwaz kirin ku ew komkujî li ser asta navdewletî jî weke cenosayd bê naskirin.

Parlamentoya Kurdistanê, îro di pêncemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de, biryar da ku roja 3ê Tebaxê weke roja Cenosaydkirina Kurdên Êzidî, nas bike.

Tora Hevpeymaniya Rêxistinên Kurdistanî, ji Hevpeymaniya Jibo Kurdistaneke Bêcenosayd (Kurdistan Without Genocide), Tora Rêxistinên Kurdî bo Qedexekirina Çekên Etomî, Helmeta Dadperwerî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Komkuj li Kurdistanê, pêk tê.

Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh kire ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin. Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî aware bûn, ku heta niha jî piraniya wan nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.