Di 5. salvegerê de qurbaniyên Komkujiya Şingalê tên bibîranîn

Hewlêr (Rûdaw) – Kurdên Êzidî 5 sal berî niha rastî komkujieke mezin hatin. Her sal 3ê Tebaxê Kurdên Êzidî ku bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin, bi merasîman tên bibîranîn.

 

Di her salvegera komkujkirina Kurdên Êzidî de, êş û azar nû dibin. Kurdên Êzidî yên li devera Şêxan a Herêma Kurdistanê jî îro ji sere sibê ve ji bo bibîranîna xizmên xwe yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn qetilkirin û bo qurbaniyên komkujiyê dest bi girî û hawarê kirin.

 

Li Herêma Kurdistanê her sal di salvegera komkujiyê de ji bo bibîranîna qurbaniyan çalakiyên cur bi cur tên encam dan.

 

Îsal jî li bajar û bajarokê Herêma Kurdistanê û li kamp û komelgehên ku Kurdên Êzidî lê dijîn, qurbaniyên Êzidî yên komkujiya êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê hatin bibîranîn.

 

Li bajarokê Baedrê ya ser bi parêzgeha Duhokê jî bi merasimekê qurbaniyên komkujiya Kurdên Êzidî hatin bibîranîn.

 


Herwiha li bajarê Silêmaniyê jî, bi boneya derbasbûna pênc salan di ser karesata Şingalê re, bi merasiman qurbaniyên komkujiya Kurdên Êzidî hatin bibîranîn.


Li Silêmaniyê pêşangeheke wêneyan hat lidarxistin û têde wêneyên roja karesata Şingalê û komkujiya Kurdên Êzidî bi destê DAIŞê, têde hatibûn nîşandan.



Ji sedî 65ê Êzidiyan hêj aware ne


Di êrişên li ser Şingalê de zêdetirî 400 hezar Kurdên Êzidî ji cih û warên xwe bûn ku beşeke wan li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê û beşek ji wan jî berê xwe dane derveyî welat. Tevî ku DAIŞ, li Iraqê hat jinavbirîn jî Kurdên Êzidî heta niha jî nekarîne vegerin ser axa bav û kalan.

 

Ji sedî 65ê Kurdên Êzidî yên ku li derveyî Şingalê ne hê jî nekarîne vegerin bajarê xwe. Beşek mezin ji wan li kampên li Duhokê dijîn.

 

Di merasîma biranînê ya li Şêxanê de, Şingaliyan hêviyên xwe ji pêşerojê ji mîkorofonên Rûdawê re vegotin.

 


Yek ji Şingaliyên temenmezin dibêje, “Eger Pêşmerge û hikûmet vegere Şingalê û hewl ji bo başkirina rewşa herêma me bên dayîn, em jî dê vegerin. Herkesê koşka xwe heye li wir.”

 

Ciwanekî Êzidî jî dibêje, “Beriya her tiştî em dixwazin li wir asayîş hebe. Eger asayîş û aramî hebe em dê vegerin. Em naxwazin careke din mexdûr bibin.”

 

Komkujiya Şingalê: Drameke mirovahiyê, birîneke kûr

 

 

Çekdarên DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an, êrişî Şingal û derdora wê kirin. Di wan êrişên hov de bi hezaran Kurdên Êzidîhatin kuştin û piraniya wan jin û zarok 6 hezar û 410 kes jî hatin revandin.

 

Bi hezaran Kurdên Êzidî jî ku hewl didan cane xwe ji ber destê wê rêxistina hov xilas bikin, xwe spartin Çiyayê Şingalê, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê. Niha jî bi hezaran Kurdên Êzidî di kampan de dijîn.

 

DAIŞê li ber çavên hemû cîhanê Kurdên Êzidî komkujkirin, kesên ku revandin miameleya weke ‘xenîmetên şer’ îşkenceyeke sîstematîk û tundiya cinsî lê kirin û ev yek jî weke tawaneneke mezin a mirovahiyê hat tomarkirin.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo nasandina vê tawanê mirovahiyê weke ‘cînosayd’ bi xebatên di astên cuda de hewl dide dengê Kurdên Êzidî bigihîne civaka navdewletî.

 

Kurdên Êzidî jî komkujiya 3ê Tebaxa 2014an weke ‘Fermana 73an’ bi nav dikin.

 

Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî îro di salvegera êrişên li ser Kurdên Êzidî de kom bû û roja 3ê Tebaxê weke ‘Roja Cînosayda Kurdên Êzidî’ nas kir.