Nêçîrvan Barzanî serdana Mîr Hazim Tehsîn Beg kir

03-08-2019
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mîr Hazim Tehsîn Beg Kurdistan Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg kir û rewşa giştî ya Kurdên Êzidî û hewlên ji bo çarserkirina pirsgirêkên Êzidiyan gotubêj kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara îro Şemiyê (03.08.2019) li navçeya Şêxan serdana Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.

 

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî bi boneya wergirtina erkê mîrayetî dubare pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

 

Barzanî herwiha piştgîriya xwe û Herêma Kurdistanê ji bo Kurdên Êzidî dubare kir.

 

Mîr Hazim Tehsîn Beg jî spas û pêzanînên xwe ji bo serdanê û piştgîriya berdewamiyên Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Kurdên Êzidî derbirî û hewlên Barzanî yên bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdên Êzidî dûvdaçûnên bilind nirxand.

 

Serokê Herêma Kurdistanê û Mîr Hazim Tehsîn Beg herwiha di hevdîtinê de rewşa giştî ya Kurdên Êzidî, navçeya Şingal û hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan û avakirin û vegerandina aramiyê bo wan navçeyan gotûbêj kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst