Rêxistina Mafê Mirovan li hemberî gefên Tirkiyê banga NYê kir

Qamişlo (Rûdaw) - Rêxistina Mafê Mirovan li Rojavayê Kurdistanê bi helkefta salvegera dagîrkirina Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve daxuyaniyek da û têde bang li Netewên yekbûyî kir, ku piştgîriya xelkê Rojavayê li hemberî gefên Tirkiyê bikin.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Rojavayê Kurdistanê Di 5emîn salvegera karesata Şingalê û komkujiya Kurdên Êzidî de daxuyaniyek da.

 

Di daxuyaniya xwe de, Rêxistina Mafê Mirovan li Rojavayê Kurdistanê daxwaza avakirina dadgeheke navdewletî kiriye, ji bo ku çekdarên girtî yên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê bêne dadgehkirin û cezakirin û bang li civaka navdewletî kir, ku di vê derbarê de alîkar be.

 

Rêxistina Mafê Mirovan bang li Netewên yekbûyî dikin, ku piştgîriya xelkê Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê li hemberî gefên Tirkiyê bikin.

 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Divê dadgeheke navdewletî li ser xaka bakurê rojhilatê Sûriyê were avakirin, ku li vir bihêztirîn rêxistina terorê hate şikandin ku bibû gef li ser asayişa navdewletî ew jî bi saya qurbanîdana bi hezarên kesan ku bi hezaran kes ji bin zulim û zordariya DAIŞê rizgar kirin.

 

Lewma weke çawa rêxistinên navdewletî û rêxistina mafê mirovan bi çavê xwe dîtin ,em bang li Netewên yekbûyî dikin, ku piştgîriya xelkê Bakurê Rojhilatê Sûriyê li hemberî gefên Terorê û yên Tirkiyê û herweha dadgeheke navdewletî li Bakurê Rojhilatê Sûriyê were avakirin ji bo ku hemû tawankar bêne cezakirin.”