VÎDEOGRAFÎK - 72 gorên bikom ên Kurdên Êzidî hatine dîtin

03-08-2019
RÛDAW
Bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî koçber bûne
Bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî koçber bûne
Nîşan Kurdistan Kurdên Êzidî Kurd Komkujî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh kire ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin.

 

Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî aware bûn, ku heta niha jî piraniya wan nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.

 

Beşa grafîkê ya Rûdawê derbarê amarên Kurdên Êzdî û dabeşbûna wan û ew welatên ku herî zêde Kurdên Êzdî li xwe girtine, herwiha sedemên ku heya ew venegeriyane ser mal û halê xwe tê kirin.

 

Ji 550 hezar Kurdên Êzdî yên Başûrê Kurdistanê, 360 hezar kes li Herêma Kurdistanê ne,  100 hezar kes li derveyî welat dijîn, 40 hezar kes li nav Şingalê,  50 hezar kes li derdora Şingalê dijîn.

 

Kurdên Êzdî yên penaber  herî zêde li Almanya, Fransa, Kanada, Awustralya û Amerîkayê dijîn. Nêzîkî 5 hezar Kurdên Êzdî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dijîn û nêzîkî  2 hezar Kurdên Êzdî yên penaber li Sûriyê ne.

 

Êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê 3ê Tebaxa 2014ê hat kirin û  nêzîkî  400 hezar Kurdên Êzdî koçber bûn, 6 hezar û 417 Kurdên Êzdî ketin destê DAIŞê, 3 hezar û 487 kes hatin rizgarkirin,  çarenivîsa 2 hezar û 930 kesan ne diyar e. Herwia 68 cihên wan ên pîroz hatin rûxandin.

 

72 gorên bikom ên Kurdên Êzdî hatine dîtin û 6 gor hatine vekirin.

 

12ê Mijdara 2015an Şingal hat kontrolkirin û  piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê Pêşmerge li Şingalê neman û  beşeke din a akinciyên wê koçber bûn.

 

Sedemên ku xelk venagerin Şingalê: Hebûna grûpên çekdar ên bê mohlet, avanekirin, nebûna aramiyê, vegera koçberên Ereb bo gundên nêzîkê Şingalê ye.

 

*Amar ji Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî hatine wergirti

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst