Dayika Şemê 30 kesên wê hatin kuştin û ew tenê rizgar bû

03-08-2019
RÛDAW
Hemû kur û keç û neviyên Dayika Şemê ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin
Hemû kur û keç û neviyên Dayika Şemê ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin
Nîşan Kurdistan Kurd Kurdên Êzidî Şingal Zaxo Kampa Çemişko Dayişa Şemê DAIŞ
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) – Dayika Şemê ku 60 sal temenê wê ye, di dema êrîşa DAIŞê de 30 kes ji keç û kur, nevî û kesûkarên xwe yên din ji dest dane û niha ji malbatekê tenê ew maye. Dayika Şemê beşdarî merasimekê bîranîna qurbaniyên Kurdên Êzidî, li kampa Çemişko ya Zaxoyê bû û careke din birîna wê nû bû û rondik ji çavan barandin.

 

Li kampa Çemişko ya li Zaxoyê, merasimek bo qurbaniyên Kurdên Êzidî hat lidarxistin. Di merasimê de, ku duh birêveçû, kesûkarên keş û jinên Kurdên Êzidî yên bêserûşûn û hejmarek ji keç û jinên rizgarbûyî ji destê DAIŞê beşdar bûn.

 

Dayîka Şemê yek ji kesên beşdar di merasimê de bû, ku di êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê de 30 kes ji kesûkarên xwe ji destdane. Dayika Şemê temenê wê 60 sal in û ji malabat wî, tenê ew ji êrîşa DAIŞê rizgar bûye.

 

Herwiha du keçên Dayika Şemê ku li cem DAIŞê êxsîr û girtî bûn, xwe kuştibûn, daku çekdarên DAIŞê destdirêjiyê nekin ser wan.

 

Dayika Şemê di êrîşa DAIŞê de pênc keç û kurên xwe ji dest dane, ku du kurên wê pizîşk bûne, herwiha wê di êrîşê de çend neviyên xwe jî ji dest dane.

 

Xelkê ku li kampa Çemişkoyê dijîn, salane weke rêzgirtinekê bi hev re kom dibin û merasimekê lidar dixin û wêneyên qurbaniyan bilind dikin.

 

Di merasimên rêzgirtinê de, xelkê kampê û berpirsên Kurdên Êzidî beşdar bûn.

 

Dayika Şemê ji Rûdawê re axivî û got: “Ez dapîra hemûyan bûm, ez dayik û bavê wan bûm, bavê wan berî 33 salan hatibû kuştin, min hemû xwedan kirin, bi rezîlî û rebenî min ew xwedan kirin. Cîlan û Cîhan ji ber namûs û şerefa xwe, di destê DAIŞê de xwe kuştin.”

 

Erîvan Murad jî welatiyeka Kurda Êzidî ye ku beşdarî merasima li kampa Çemişkoyê bûye, ew bi dengekî bilind û bi hawar qêrînan, nifiran li çekdarên DAIŞê dike û ji dibêje: “Wan kezeba me sohtin, ka keç û kurên me, we mala me bire mîratê, we keç û kurên me xilas kirin (nehîştin).”

 

Qayimmeqamê navçeya Şingalê, Mehma Xelîl jî dibêje: “Îradeya Daye Şemê, omêda wê bû hestiyan di mezargehan de bînin û pê şad bibin, lê mixabin ev jib o wê nehate kirin. Hikûmeta Bexdayê nehêla û planek danîn ku goran vekin, lê ne di asta karesata Şingalê de bû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst