Qurbaniyên komkujiya Şingalê li Amedê hatine bibîranîn

03-08-2018
RÛDAW
Nîşan Şingal Komkujî Ezdî
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê ji bo 4emîn salvegera karesata Şingalê çalakiyek hate sazkirin û êrîşa ser Kurdên Êzdî hate şermezarkirin.

 

Di çalakiyê de parlamenterên HDPê yêbn Amedê Salihe Aydeniz û Semra Guzel jî amade bûn.

 

Beriya çalakiyê ji bo bîranîna qurbaniyan xulekek li ser piyan rawestiyan û paşî bi daxuyaniyekî êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê û herwiha komkujiya li ser Kurdên Êzdî hate şermezarkirin.  

 

 

 

Daxuyanî ji aliyê hevseroka navçeya Yenîşehîrê ya HDPê Demet Ozkara ve hate xwendin. Ozkara amaje bi wê yekê hate kirin, ku Kurdên Êzdî ji dîrokê ve rastê karesatên wiha hatine û 74 ferman bi ser wan re derbas bûne, herwiha di sedsala 21ê de bi vê komkujiyê rastê karesata herî bi xof bûne û wiha got:

 

“Bi hezaran jinên Êzdî bi destê çekdarên cîhadîst bûne kole û li welatên herêmê hatine firotin. Hê jî aqûbeta nêzîkî 3 hezar keç û jinan nayê zanîn.”

 

Ozkara da xuyakirin, ku pêwîst e Kurdên Êzdî bikarin derbarê çarenivîsa xwe de biryar bidin û diyar kir: “Vê fermanê jî nîşan daye, ku heta Kurdên Êzdî nebin xwedan statû dê di bin gef û metirsiyê de bin.”

 

Dîlek Ozkara ragihand, ku jenosîd sucê mirovahiyê ye û got: “Heta jinek jî di destê wan çeteyan de mabe em tev de neazad in. Heta tawanbar tev de neyên cezakirin dê lêgeriyana me ya dadperweriyê bidawî nebe.”

 

Çalakvan piştî daxuyaniyê belav bûn.

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst