Li Rojava bêdengî

03-08-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Teqîna roja 27ê meha borî li bajarê Qamişlo, bandoreke nerênî li ser jiyana xelkê Rojavayê Kurdistanê çêkiriye û çûn û hatinê û liv û tevgera bazaran lawaz bûye.


Teqîna roja Çerşema borî ku li bajarê Qamişlo rûdabû, tirs di nava bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê de jî çêkiriye, xelkê bajarokê Girkê Legê dibêje, ku bandora teqîna Qamişlo diyar e û tevgera li bazarên Girkê Legê lawaz kiriye.


Digel tirsa ji teqîn û êrîşên hêzên tundrew, linehvkirina aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê, metirsiyê li cem xelkê zêdetir dike.


Xelkê Girkê Legê dibêjin ew nakokiyên siyasî dibe sedema metirsiya siberojekê ne diyar û baweriya wan bi rewşa heyî lawaztir dibe.


Welatiyek ji Girkê Legê amaje kir ku heger gavên rasteqîn ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî li Rojavayê Kurdistanê nayên avêtin û ger ku aliyên siyasî berjewendiyên milet nedin pêş berjewendiyên partiyên xwe, wê ew tirs û bêdengî her berdewam be.


Ji destpêka kirîza Sûriyê de ta vê demê, gelek teqîn li navçe û bajarên Rojavayê Kurdistanê bûne.


Herî dawî teqîna roja Çarşema borî li bajarê Qamişlo bû û di encamê de derdora 50 kesî jiyana xwe ji dest dabûn û derdora 175 kesan jî birîndar bibûn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst