VÎDEOGRAFÎK - Berhemên çandiniyê li Efrînê

Hewlêr (Rûdaw) - Dema ku behsa Efrînê tê kirin, yekser zeyt û zeytûn tê bîra mirov. Weke tê zanîn axa Efrînê ji aliyê mineralan ve axeke gelekî dewlemend e.

 

Axa Efrîn, axeke berhemdar û bi xêr e. Di vê vîdyografîkê de emê behsa berhemên Efrînê bikin.

 

1- Darên Zeytûnan

18 milyon dar

270.000 ton zeyt

 

Li herêma Efrînê 18 milyon darên zeytûnê hene. Salane derdora 270 hezar ton zeyt berhem didin.

 

Zeyta Efrînê li bazarên Sûriyê û welatên derdor bi nav û deng e. Li Başûrê Kurdistanê jî ew zeyt li markêtan tê firotin.

 

Çinîna zeytûnan her sal herdû mehên Mijdar û Berfanbarê tê kirin.

 

2- Darên hinaran

750.000 dar

15.000 ton

 

Li herêma Efrînê nêzîkî 750 hezar darên hinaran hene û gundê Basûtê yê herî navdar e bi berhemdana hinaran.

 

Hinarên wê li bazara Sûriyê pirr bi nav û deng in. ji bilî Basûtê, gundên Êndarê, Birc Ebdalo, Îskan û Bazewê jî hinaran diçînin.

 

Berhemê herêmê bi giştî nêzî 15 hezar ton in.

 

3- Hin cûrên din ên daran

 Guiz, Behîv, Hejîr, Tirî, Simaq

 

Ji bilî zeytûn û hinaran, li herêma Efrînê çend cûrên din ên darên berdar tên çandin. Weke Goz, Behîv, Hejîr, Tirî, Simaq û çend cûrên din ji darên berdar ku berhemên wan besî xelkê herêmê dikin.

 

Li herêma Efrînê, çewênderên şekirî jî tên çandin, bi taybet li gundê Celemê û gundên derdora wê.

 

4- Genim û ceh

10.000 hektar

10.000 ton

 

Li herêma Efrînê, salane, derdora 10 hezar hektar genim tên çandin. Herwiha, ceh, nok, nîsk, gijnîj, kemûn û reşik jî tên çandin.

 

Îsal, desthilatên Rêveberiya Xweser 9.900 ton genim ji cotyaran wergirtin.

 

5- Şênkatî

Şênkatiya havînî

Şênkatiya zistanî

 

Li herêma Efrînê, piraniya şênkatiya herdu werzên havînê û zivistanê tê çandin û berhemê wê besî xelkê deverê dike û ji bo derveyî herêmê jî dihat şandin.

 

Herêma Efrînê, di nava 3ê salên borî de, piraniya demê dorpêçkirî bû. Lê hebûna berhemên xwemalî yên cûr bi cûr û berdewamiya xelkê Efrînê di çandiniyê de hiştin ku nişteciyên herêmê pişta xwe bi wan berheman girîbidin û debara jiyana xwe bi wan bikin.