FLAŞ/ Cîgirê Talebanî: Bila berpirsên ketina Şingalê werin dadgahîkirin!

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî daxwaza lêpirsîn û dadahîkirina wan kesan kir, ku di ketina Şingalê de kêmxem û berpirsya bûne.

 

Îro çarşemî Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmnaiya Kurdistanê (YNK) di duyemîn salvegera bîranîna ketina Şingalê de daxuyaniyek belav kir.

 

Di daxuyaniyê de Kosret Resûl ragihandiye: “2 sal berî niha terorîstan û dijminên azad û pêkvejiyanê li Şingal a Kurdan bi bê vîjdaniyek mezin jin, zarok û pîr û kal ên Êzidiyan şehîd kirin. Zêdetirî 3 hezar û 500 jin û zarok wek dîl birin û dûr ji hemû nirxên mirovî û mirovdostane bazirganî bi keç û jinên Êzidî kir.”

 

Kosret Resûl got: “Gerek hemû bizanin ti dijmin û dagîrkerekê nekariye û nikare gelê Kurd ji nav bibe. Îradeya wî gelî dê hemû pîlanan vala derxîne û piştre Kurd dê serkevtî be, her çi qas ku qurbaniyên me jî zêde bin.”

 

Resûl daxwaza avedankirina Şingalê û rizgarkirina keç û jinên Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê û naskirina wê karestl weke cenosîd bi nav kir.

 

Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê herwiha got: “Em hemû alîkar û piştevanî xwîşk û biryaên xwe yên Êzidî bin û ewên ku tawan kirine û di asta parastina Şingalê û xwîşk û birayên Êzidî de jî kêmxem bûne û bûne sedema çêbûna wê karesatê, lêpirsîn bi wan re bê kirin û bi rêya dadgeheke dadmend ve bigihin cezayê xwe yê rewa.”

 

Kosret Resûl Elî ji aliyekê din ve daxwaza vegerandina hemû deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Ev axa ku bi xwîna Pêşmerge hatiye rizgarkirin û pêwîst e bên vegerandin.”