Li çiyayê Şingalê 10 zarok û 5 mirovên pîr jiyana xwe ji dest dan

Şingal (Rûdaw) – Hat zanîn 10 zarok û 5 pîr li çiyayê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ji ber tinebûna av û xwarinê jiyana xwe ji dest dane.

Jêderekî ji Rûdawê re got, di heyama çend saetên borî de 10 zarok û 5 mirovên pîr li çiyayê Şingalê jiyana xwe ji dest dan.

Wî jêderî da zanîn, bixwe di definkirina termên wan zarok û mirovên pîr de beşdarî kiriye û got, rewşa tenduristiya gellek zarokan jî xirab e.

Li gorî agahiyên wî jêderî, ji ber ku keresteyên pêwîst tinebûn termên hinek ji wan zarok û mirovên pîr tenê bi keviran veşartine.

Wî jêderî ragihand ku li çiyayê Şingalê trajdeiyeke mezin heye, nan û av tine û xelk hemû westiyane û wiha got: “Bila bi hawara me ve werin. Qet nebe bila zarok û mirovên pîr rizgar bikin.”

Piştî ku çekdarên DAIŞê bajarokê Şingalê girtin gellek malbatên kurdên êzîdî ji tirsa çekdarên rêxistinê reviyan çiyayê Şingalê.