Ebdulhekîm Beşar: Em amadene ligel PYDê Rojava biparêzin
Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî), Ebdulhekîm Beşar ji Rûdawê re ragihand ku hêzên li Başûrê Kurdistanê, tenê girêdayî partiya wan in û li hundirê rojava jî hêzên wan amade ne.
Piştî êrişên Cebhet el-Nusra yên li dijî rojavayê Kurdistanê zêdetir bûn, sekreterê El-Partî Ebdulhekîm Beşar ji Rûdawê re destnîşan kir ku ew amadene beşdarî şerê parastina Rojavayê Kurdistanê bibin.
Beşar eşkere kir ku danûstandinên jidil bi PYDê re hene û ji bo hevsazî di vî warî de were kirin.
Sekreterê El-Partî di berdewama axaftinên xwe destnîşan kir ku metirsiyek mezin li ser Rojava heye û ew dê li gor pêşhateyên rojên bên, biryara xwe derbarê derbasbûnê de bidin.
Ebdulhekîm Beşar wiha got: “Eger her bajarekî kurd ji dest were dayin, dê herêma kurdî ji hev qut bibe.”
Derbarê daxuyaniyên Ebdulcebar El-Ekîdî de, Ebduhekîm Beşar got: “Tevî nakokiyên bi PYDê re, em van daxuyaniyan red dikin. Em û PYDê bi hev re li hebmer metirsiyên li ser rojavayê Kurdistanê di yek xendeqê de ne.”
Endamê Desteya Erkanê Artêşa Azad a Sûriyê, Ebdulcebar el-Ekîdî, di vîdyoyekê de gotibû ku wan çekdar û çebilxane weke alîkarî ji grûpên Îslamî re şandine.