Schallenberg: Haya me ji rola siyasî ya Nêçîrvan Barzanî ya li Îraqê û herêmê heye

Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg li ser ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Viyanayê û hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re da zanîn armanca wan pevguherîna bîr û boçûnan bû di warê ewlehî, koçberî, pêşketina aborî û enerjiyê ye.

Alexander Schallenberg li ser vekirina konsulxaneya Awisturyayê ya li Hewlêrê jî da zanîn ku dê bi hev re biryarê li ser wê bebatê bidin û di civînê de behsa vekirina konsulxaneyê jî hatiye kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg ku di warê dîplomasiyê de hem li cihan û hem jî li Ewropayê kesekî gelekî çalak tê zanîn behsa rola Nêçîrvan Barzanî ya li herêmê kir û wiha got:

“Haya me ji rola siyasî ya bilind a Serok Nêçîrvan Barzanî û pêwendiyên wî yên bi Serokwezîr Sûdanî û bi kesayetên din ên Îraqê û herêmê bi giştî heye.”

Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg bersiv da çend pirsên Rûdawê.

Rûdaw: Awisturyayayê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re behsa çi kir?

Alexander Schallenberg: Amanca me pevguherîna bîr û boçûnan gotûbêjkirina derfetên hevbeş bû bi Herêma Kurdistanê re di warên wekî ewlehî, koç, pêşxistina aborî û destpêkirina di warên enerjiyê de.

Her weha me behsa pêşhatên herêmî kir bi taybetî rewşa niha ya Rojhilata Navîn.

Rûdaw: Pêwendiyên baş ên Serokê Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re û bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û welatên cîran re hene. Dema Awisturya temaşeyî pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re dike gelo ev yek ji bo Awisturyayê girîng e?

Alexander Schallenberg: Em pabend in bi hebûna pêwediyên bihêz û demdirêj bi Bexda û Hewlêrê re. Di vê çarçoveyê de haya me ji rola siyasî ya bilind a Serok Nêçîrvan Barzanî û pêwendiyên wî yên bi Serokwezîr Sûdanî û bi kesayetên din ên Îraqê û herêmê bi giştî heye.”

Rûdaw: Meha borî keştiyeke penabaran li nêzîkî peravên Îtalyayê bin av bû û piraniya rêwiyên wê Kurd bûn. Gelo dê siyaseta Awisturyayê li hemberî penaberên Îraq û Herêma Kurdistanê çi be?

Alexander Schallenberg: Wê trajediyê em xembar kirin û fikira me li cem malbatên qurbaniyan e. Em bi hevbeşên xwe yên li Îraq û  Herêma Kurdistanê pabend in ji bo rûberûbûna koça neyasayî. Awisturya pabend e ku rewşa penaberan were baştirkirin.

Ew pabendî beşeke li rêbazêke giştî ya ji bo alîkarî di warê ewlehehiya balkêş a li dijî rûberûbûna koçberiya ne yasayî, veguhestin û bazirganiya bi mirovan re. Di vî warî de hemahengiyeke me ye bihêz bi Bexda û Hewlêrê re heye.

Rûdaw: Pêwendiyên bihêz ên aboriyê di navbera Awisturya û Îraqê de hebûn. Plana Awisturyayê ya bihêzkirina pêwendiyan bi Îraq û Herêma Kurdistanê re çi ye?

Alexander Schallenberg: Îraq û Herêmê Kurdistanê bi giştî, herêmên taybet ên bazirganî û kar in. Di Îlona 2023yan de min Balyozxaneya Awisturyayê ya li Bexdayê vekir. Ev yek jî bû alîkar ku potansiyela bazirganî û derfeta bazirganî ya veberhênanê di navbera Awisturyayê ya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re.

Di Îlona borî de dema ez hatim Hewlêrê min forûmeke aboriyê vekir û gelek kesên pêwendîdar jî hazir bûn. Kompanyayên Awisturyayê di warê bazirganiyê de bi hevbeşên xwe re rûniştin. Pêwendiyên aborî piştî wê baştir bûn. Ji sala 2013yan ve cara yekem e hecma pêwendiya me ya bazirganî 100 milyon dolarî derbas kiriye û beşeke zêde ya bazirganiyê bi bazirganên Herêma Kurdistanî re hatiye kirin.

Dema babet tê ser teknoloya taybet a parastina jîngehê û berhemên pîşesaziyê, jêrxana taybet a pêwendiyê, rûberûbûna qeyranan, dabînkirina amûr û keresteyên taybet ên vemirandina agir, Awisturya dikare bibe alîkar û gelek tiştan pêşkêş bike. Em dixwazin beşdarî ajandaya demdirêj a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin.

Rûdaw: Çima Awisturya li Herêma Kurdistanê konsulxaneyê venake?

Alexander Schallenberg: Awisturya pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re gelekî erênî dibîne û her tim li wan rêyan difikire ku pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê bihêztir bike. Di vê çarçoveyê de mijara vekirina Konsulxaneya Awisturyayê li Hewlêrê hat gotûbêjkirin û em dê bi hev re binirxînin. Her du alî di vî warî de bi şêweyekî ku ji aliyê her du aliyan ve were qebûlkirin dê li ser dîtina çareseriyeke bilez kar bikin.