Li Rihayê qeza, ajokarek mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du tankerên ku barê wan sotemenî bû li hev qelibîn, di qezayê de ajokarek mir.

Îro berê sibehê li ser rêya sereke ya Rihayê tankera ku Omer Bagtur diajot ji paş ve li tankereke din a ku Î.T. diajot xist.

Di bûyerê de agir bi her du tankeran ket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Omer Bagtur li cihê qezayê mir.

Piştî qezayê rê hat girtin û dirêjiya rêza otomobîlan gihişt 5 kîlometreyan.