Deriyê sînorî yê Zêt-Rûbarokê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Deriyê Sînorî ya Rûbarokê ragihandiye ku ji ber kar û xebatên çêkirina rê deriyê sînor yê navbera parêzgeha Colemêrg û Mêrgesorê dê 6 rojan girtî be.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Deriyê Sînorî ya Rûbarokê, ji ber kar û xebatên çêkirina rê yên li Başûrê Kurdistanê deriyê sînorî ji 4ê Tîmehê heta 9ê Tîrmehê wê girt be.

Rêveberiyê da zanîn dê çûnûhatin dê 10ê Tîrmehê careke din dest pê bike.

Deriyê Sînorî yê Zet-Rûbarokê ku di navbera navçeya Mêrgesorê ser bi Îdareya Serbixwe ya Soran û navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê de ye Gulana 2023yan hatibû vekirin.