Tirkiyeyê Qendîl, Metîna, Xakurk û Gare bi dijwarî bombebaran kirin

03-07-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye PKK Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Tirkiyeyê çend deverên Metîna, Xakurk, Gare û Asosê yên li Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê bombebaran kirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser bombebaranê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê bi awayekî hemwext herêmên Qendîl, Gare, Xakurk, Metîna û Asosê yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bombebaran kirine.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku di wan 37 cihên cuda bombebaran kirine.

PKKyê heta niha derbarê mijarê de ti daxuyanî belav nekiriye.

Li aliyê din, Berpirsê rêxistina Amerîkî CPTyê Kameran Osman ji Rûdawê re ragihand ku artêşa Tirkiyeyê bi balafirên şer û dronan çend gundên navçeya Pişderê bi dijwarî bombebaran kirine.

Kameran Osman da zanîn ku di bombebarana de ti ziyanên canî çênebûnê lê li çend cihan şewat derketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst