Li Semsûrê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sincikê parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 3,8 pileyan erdhej çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Sincikê ya Semsûrê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 20:20an çêbûye û hêza wê 3.8 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7,25 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.