Şirnex - Heft zarokên malbatê hene her 7 jî astengdar in

03-07-2024
Abdulselam Akinci
Malbata Îlbiyan/Wêne: Rûdaw
Malbata Îlbiyan/Wêne: Rûdaw
Nîşan Mîrza Îlbî Malbata Îlbiyan Astengdar
A+ A-

Qileban (Rûdaw) - Li gundê Ripinê yê navçeya Qilebana Şirnexê 7 zarokên malbata Îlbî hene ku her 7 zarok jî ji astengdar in.

Bavê malê Mîrzo Îlbî bi xwe jî ji destek û lingek xwe astengdar e. Ew 20 sal berê bi Emîne Îlbiyê re zewicî û 5 ji wan kur, 2 ji wan keç bi giştî 7 zarokên wan çêbûn.

Lê zarokên malê Omer, Eylul, Mûsa, Yûsif, Mihemed, Diyar û Sûltan her heft jî mêjî astengdar in.

Li gorî gotina dê û bavê wan, tevî hemû hewla wan ti çarenûseke bijîjkî pêkan nebûye û dê nebe jî.

“Me got êdî bes e”

Bavê zarokên astengdar Mîrza Îlbî wiha anî ziman:

“Yê yekem astengdar hat dinyayê, yê duduyan ew jî wisa bû, yê sisêyan jî eynî bû.

Me li hêviya Xwedê hîşt, bûn heft. Me got êdî bes e. Ev tişt hatiye serê min lê şikir ji Xwedê re.

Li ber îradeya Xwedê ez ne poşman im.Tiştê ku Xwedê bide min ez hez dikim.”

Dêya zarokan Emîne Îlbiya ku nêzîkî 20 sal in têkoşînek bi zor û zehmet dimeşîne çend meh berê celta dil derbas kiriye û divê qelpaxên dilê wê jî werin guhertin.

Dêya heft zarokan ku ji nexweşiyê ronahiya wechê wê temiriye bi halê xwe yê nesax  behsa neçariya xwe dike.

“Zehmet e, ez nikarim wan xwedî bikim”

Dayika zarokên astengdar Emîne Îlbiyê got, Zehmet e, ez nikarim wan xwedî bikim.

Jixwe ez nikarim li xwe binerim. Ji hingî dilê min wisa lê hatiye ez nikarim ji binî destê xwe bidim wan.

Ne dikarim xwarinek çekim, ne dikarim firaqek bişom. Ez ne jî dikarim malê hildim deynîm.

Ti rewşa min nîn e. Tenê mûçeyên her du yên mezin hene. Ew jî em hemû didin deynan.

Dîsa em ji heqê deynan jî nayên der. Hingî tiştan dişkênin, malê di ser serê xwe de tînin xwarê.”

Heta niha çar caran agir bi mala xwe xistine

Kontrolkirina heft zarokên ku hema xort û xama ne gelekî bi zehmet e.

Ji ber wî jî dev û dora malê û şibakeyên xaniyên wan bi hesin û têlbendan hatine pêçan.

Lê wan heta niha çar caran agir bi mala xwe xistine.

Heftêyek berê dema dê û bavê wan li nexweşxaneyê bûne wan dîsa agir berdaye mala xwe û hemû kel û pelên wan şewitîne.

Ew bi xwe jî di agir de asê mane û bi alîkariya cîranan bi zorê ji mirinê hatine rizgarkirin.

Niha Qeymeqamtiya Qilebanê, cîranên wan û xêrxwazên deverê temîrata mala wan dikin.

Ji ber wî ye jî 10 roj in ew li ser banê mala xwe di nav nivîn û cilên qirêj de bê kel û pel û di şertên ne tendurist û di halek xerab de dijîn.

Xwişka Mîrza Îlbî, Sosin Aydemîrê wiha anî ziman, “Birayê me ye.

Em şev û roj ji bo wan digirîn. Em mecbûr in. Bila her kes alîkariyê bide wan.”

“Em ji miletê xwe alikariyê dixwazin”

Leyla Îlbiyê got, “Ez jinbira Mîrzo me. Em ji hemû milete xwe daxwaza alîkariyê dikin. Ti tiştek wî nemaye.”

Di kêliyên ku ji bo amadekirina nûçeyê nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci û kameramanê wî Mihemed Kanevî jî ji enerjiya zêde û bêkontrol ya zarokên malê para xwe girt ku ew jî nîşaneya zor zehmetiyê ya  jîyana malbatê bi xwe ye.

Niha temîrata xaniyê wan li ber qedandinê ye lê yek perçe kel û pelên wan nemaye.

Ji ber wê yekê ew daxwaza her cûre pêwîstîyên nav malê dikin û dixwazin denge wan bigihîje xêrxwazan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst