Yeter Gultekîn: Komkujiya Sêwazê nêrîna dewletê ya li Elewiyan nîşan dide

03-07-2024
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Yeter Gultekîn Komkujiya Sêwazê Hasret Gultekîn
A+ A-

Sêwaz (Rûdaw) - Yeter Gultekîna hevjîna hunermendê Kurd Hasret Gultekîn got, “Komkujiya Sêwazê nêrîna dewletê ya li Elewiyan nîşan dide.”

2yê Tîrmeha 1993yan li Sêwaza Bakurê Kurdistanê 33 rewşenbîr, hunermend û nivîskar li Otela Madimakê hatin şewitandin ku Hasret Gultekîn jî yek ji wan bû.

Qurbaniyên Komkujiya Sêwazê doh li cihê bûyerê li ber Otela Madimakê hatin bibîranîn.

Yeter Gultekînê bal kişand ser helwesta dewletê ya li hemberî Komkujiya Sêwazê û diyar ku ew rê nadin ev dosye bê encam bimîne.

“Em ji vê sîstema hiqûqê bawer nakin”

Yeter Gultekînê ji Rûdawê re da zanîn ku “Komkujiya Sêwazê nêrîna dewletê ya li Elewiyan nîşan dide” û li pey çû:

“Em ji vê sîstema hiqûqê bawer nakin. Em ji bo vê yekê 31 sal in vê dosyeyê dişopînin.

Em mijarê li rojevê dihêlin û rê nadin ku wekî Komkujiya Mereşê, Komkujiya Çorumê û komkujiyên din ên li hemberî Elewiyan li dadgehan dosye bên girtin.

Em dê wiha bikin ku di wicdanê civakê de cih bigire. Em hîn jî ji bo vê yekê hewl didin.

Ya girîng jî di wicdanê civakê de pênaseya vê ‘komkujiyê’ ye.

Di vê komkujiyê de zarok hatin kuştin, mirovên ku nikaribû xwe biparêzin hatin kuştin û ji bo vê bûyerê li dadgeha îdarî biryar hatiye dayîn ku dewletê nekariye welatiyên xwe biparêze.

Hinek tawanbar li ser şahidên derewîn hatine berdan.

Îro heta niha hinek dosye hene ku 5 sal in îdianameyên wan nehatine amadekirin û nizanin ji bo çi di girtîgehê de ne.

Lê piştî Komkujiya Sêwazê ku 15 hezar berpirsên wê hebûn û 33 kesan canê xwe ji dest dabû di nava 20 rojî de îdianeme hat amadekirin.

“Em bi tenê ne”

Wan xwest bi vê lezê dosyeyê bigirin lê me wiha kir ku ev dosye neyê girtin.

Di encama tekoşîna 31 salan de Elewiyan xwe îfade kir û xwe bi rêxistin kir lê kêmasiyên wan gelek in lê em bi tenê ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst