Li Amedê otomobîlek li traktorekê qelibî; 1 mirî û 3 birîndar hene

03-07-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Çinarê ya ser bi parêzgeha Ameda Bakurê Kurdistanê ve di bûyereke trafîkê de, kesek mir û 3 kes birîndar bûn.

Li taxa Başakliyê ya navçeya Çinarê, îro otomobîlek li traktorekê qelibî. Di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, rêwiyê otomobîlê yê bi navê S.T ê 26 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye, şofêrê otomobîlê M.T, rêwiyekî din ê di otomobîlê de yê bi navê B.T ê 27 salî û şofêrê traktorê Y.G ê 20 salî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û ambulans bo cihê bûyerê hatine şandin û birîndar bi rêya ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.

Hatiye ragihandin ku yek ji birîndarên bûyerê B.T. piştî midaxaleya ewil bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatiye veguhastin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst